Li Trablûsê di şer de herî kêm 23 kes mirin, 140 kes jî birîndar bûn

Li Trablûsê di navbera milîsên dijberê hev de şer qewimî. Hate ragihandin ku di şer de herî kêm 23 kesan jiyana xwe ji dest dane, 150 kes jî birîndar bûne.

Li gorî rapora fermî ya nû li Trablûsê di şer de ji 27’ê Tebaxê heta roja Şemiyê de herî kêm 23 kes mirin û 140 kes jî birîndar bûn. Şer bandor li şeş nexweşxaneyên li paytextê kirin.

Şer li taxên cuda yên Trablûsê di navbera milîsên çekdar ên bi çekên giran û sivik de derket.

Li gorî rojnamevanekî AFP'ê, şer bû sedema ziyaneke mezin, bi dehan wesayît û avahiyan dane ber agir. Êvara Şemiyê kolanên Trablusê ji xeynî milîsan vala bû. 

Piştî ku desthilatdariya Mûammer Kaddafî di sala 2011'an de hate hilweşandin, Lîbya kete nava kaosê. Ev welatê li bakurê Efrîkayê 11 sal in di nava şerekî giran ê navxweyî de ye.