Li Bexdayê derketina derve hate qedexekirin

Piştî ku Serokê Şîî yê Iraqî Mûkteda Sadr diyar kir wî xwe ji siyasetê vekişandiye alîgirên Sadr ketine herêma Kesk. Ji ber vê li Bexdayê derketina derve hate qedexekirin.

Fermandariya Operasyona Hevbeş a Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku li Bexda qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.

Biryara hatî girtin hemû welatî û wesayîtan digire nav xwe û qedexe ji saet 15:00’an û şûnde dest pê kir.

Fermandariya Operasyona Hevbeş a Iraqê daxwaz ji xwepêşanderan kir ku zû bi zû ji nava Herêma Kesk derbikevin û wiha anî ziman: “Hêzên Ewlekariyê ji parastina dezgehên hikumetê, saziyên navnetewî, milkê giştî û taybet berpirsyar in. Pêwîst e nêzîkatiyên aştiyane li gel xwepêşanderan bikin.”

Piştî vekişîna Sedir a ji karên siyasî alîgirên Tevgera Sadr li Bexda dest bi xwepêşandanê kirin. 

Ji ber ku komek xwepêşander ketin Desteya Wezîran, Serokwezîr Mûstafa Kazimî civîna Desteya Wezîran betal kir.