Li Sûriyê generaleke Îranî hat kuştin

Li gorî medyaya Îranê generalê Muhafizên Şoreşê Ebulfezl Elîcanî li Sûriyê di dema “erka bejahî” bi cih dianî de hatiye kuştin.

Medyaya dewletê ragihand ku endamê Hêzên Bejahî yê Muhafizên Şoreşê General Ebulfezl Elîcanî ku li Sûriyê weke şêwirmendê leşkerî erkdar bû, roja Yekşemiyê hatiye kuştin.

Îran ku li Sûriyê piştgiriyê dide hikumeta Şamê dibêje ku wan “şêwirmendên leşkerî” şandine welat.

Ji destpêka meha Tebaxê ve li Tehranê û gelek bajarên din ji bo 5 endamên Muhafizên Şoreşê merasîm hatibûn lidarxistin. Leşkerên ku ji bo wan merasîm hatibûn çêkirin çend sal beriya niha miribûn û cenazeyên wan piştî testa DNA’yê hatine veşartin.

Di salên dawî de Îsraîl li hemberî Hizbullah a Lubnanê û hêzên li Sûriyê yên Îran piştgiriya wan dike gelek êrîş pêk anîne.