Alîgirên Sadr ketin hundirê Qesra Serokkomariyê
Piştî ku Serokê Tevgera Sadr Muqteda Es-Sadr vekîşîna xwe ya ji siyasetê ragihand, alîgirên Sadr ketin Herêma Kesk a ewlekariya bilind a Bexdayê.
Piştî ku Serokê Tevgera Sadr Muqteda Es-Sadr vekîşîna xwe ya ji siyasetê ragihand, alîgirên Sadr ketin Herêma Kesk a ewlekariya bilind a Bexdayê.
Piştî ku Serokê Tevgera Sadr vekişîna xwe ya ji siyasetê ragihand, alîgirên Sadr ketin hundirê Qesra Serokkomariyê ya li Bexdayê.
Çavkaniyên ewlekariyê tekez kir ku bi dehan alîgirên serokê siyaset û olê, ketine hundirê Qesra Serokkomariyê ya li Herêma Kesk.
Her wiha li paytextê bi hezaran kes ber bi qesra li navendê ketin tevgerê.
Sadr di daxuyaniya xwe ya di twîterê de wiha got: “Min biryar girtibû ku ez nekevim nava karên siyasetê. Niha ez vekişîna xwe bi temamî radigihînim.”
Ji hilbijartinên di Cotmeha 2021’an û vir ve, li Iraqê hikûmeta nû nehat avakirin. Koordînasyona Hemahengî ya ku alîgirên tevgera Sadr û Îranê di nav de cih digirin, têkildarî serokwezîrtiyê de li hev nakin.
Tevgera di meclîca bi 329 kursî de, 73 kursî qezenc kirbû û bibû partiya yekemîn. Lê Sadr di meha Hezîranê de, îstîfa bi parlementerên xwe dabû kirin.
Serokê Şîî bi hefteyan e, daxwaza feshî û hilbijartinên giştî yên parlementoyê dikir. Bi giştî tê xwestin ku pergala siyasî ji kokê bê guhertin û dawî li nelirêtiyê bê.