Serokê dawî yê Yekîtiya Sowyetan Gorbaçov mir

Serokê dawî yê Yekîtiya Sowyetan Mîhaîl Gorbaçov, ku Rojavayiyan jê hez dikir, Rûs jî jê aciz bûn, di 91 salî de mir.

Mîhaîl Gorbaçov jiyana xwe ji dest da. Gorbaçov li Rojava weke mîmarê nêzîkbûna li hev a Rojava-Rojhilat dihate pênasekirin, li Rûsyayê jî weke berpirsyarê kaosa piştî hilweşandina Yekîtiya Sowyetan dihate dîtin.

Gorbaçov sala 1991'ê xwe ji jiyana siyasî vekişandibû. Gorbaçov destpêkê bû Sekreterê Giştî yê Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Yekîtiya Sowyetan, piştre bû serokwezîr û herî dawî bû serokdewlet. Gorbaçov demeke dirêj bi nexweşiyeke giran bû.

Li gorî ajansên nûçeyan ên Rûs, Gorbaçov 30'ê Tebaxê roja Sêşemê li Nexweşxaneya Klînîk a Navendî ya li Moskowayê mir.

Gorbaçov ku hêzên Rojavayî gelekî jê hez dikirin, piştî ku xwe ji jiyana siyasî vekişand, bêdeng ma.

Li Rûsyayê, li gorî anketeke ku Sibata 2017'an ji aliyê Enstîtuya Levada ve hate amadekirin, ji beşdaran tenê ji sedî 7'an gotin ku ew hurmetê nîşanî lîderê dawî yê Yekîtiya Sowyetan Gorbaçov dide.

Gorbaçov ku sala 1990'î Xelata Aştiyê ya Nobelê stand, piştî şerê Afgan-Sowyetê yên sala 1979-1989'an ji aliyê Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ve weke şirîkê nêzîkbûna li hev a Rojava-Rojhilat dihate pênasekirin.

Di dema piştî Sowyetan de jî fikrekî cuda serwer bû. Weke berpirsyarê kaosa li nava Sowyetê û ya piştî Sowyetê tê dîtin. Serokdewlet Vladîmîr Pûtîn jî dibêje, hilweşîna Yekîtiya Sowyetê ji ber teslîmiyeta Gorbaçov a li Rojava pêk hat.

Gorbaçov bi xwe jî ev qebûl kir. Di Gulana 2016'an de ji rojnameya Sunday Times re axivî û got, "Mîna min, piraniya Rûsan jinûve restorasyona Yekîtiya Sowyetê naxwazin, lê belê ji hilweşîna wê poşmanin." Gorbaçov baş pê zanî bû ku "Emerîkî bi vê yekê kêfxweş bû." Ev nêrîn di heman demê de wî nêzî Vladîmîr Pûtîn jî dike. Pûtîn hilweşîna Yekîtiya Sowyetan weke 'Mezintirîn felaketa jeopolîtîk a sedsala 20'î' pênase dike. Gorbaçov dem bi dem Pûtîn rexne kiribe jî sala 2014'an girêdana Qirimê ya bi Rûsyayê re pîroz kiribû.

Di dema rêveberiya xwe de ji ber astengiyên ku li ber azadiyê danî, bîranîneke nebaş li pey xwe hişt.

Gorbaçov 2'ê Adara 1931'ê de li gundê Prîvolnoye yê Stavrapolê ji dayik bû ku ev herêm qadeke çiyayî ya li bakurê Kafkasya ye. Mîna bavê xwe cotkarek bû.