Alozî li Iraqê mezin dibe

Piştî ku Muqteda es Sedr ragihand ku ew bi temamî ji siyasetê vekişiya ye, alîgirên wî daketin qadan. Di çalakiyan de heta niha 12 kes mirine, bi sedan kes jî birîndar bûne. Sedr xwepêşandan ji xwe re kir hincet û ragihand ku ketiye greva birçîbûnê.

Lîderê Tevgera Sedr Muqteda es Sedr li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ragihand ku ew ji siyasetê vekişiya ye. Sedr diyar kir ku ji bilî Tirbe-î Şerîf û muzeya Koma Sedr, biryar daye hemû saziyên komê bigire û got, "Radigihînim ku ji bilî Tirba pîroz, muze û mîrateya malbata Sedr a bi şeref, hemû saziyan digirim. Dema bimirim an jî bême kuştin, ji we dixwazim ku Fatîha û dua bikin."

Piştî vê daxuyaniyê alîgirên Sedr herikîn kolanên Bexdayê û avêtin ser Desteya Wezîran û Qesra Serokkomariyê. Li gorî çavkaniyên Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê, di şerê navbera alîgirên Sedr û hêzên ewlekariyê de 12 kes mirin, 270 kes jî birîndar bûn.

Serokê Bloka Sedr Hesen El Azarî ragihand ku Muqteda es Sedr bûyerên li Bexdayê weke hincet nîşan da û dest bi greva birçîbûnê kir.

Hesen El Azarî anî ziman ku heta tundî û bikaranîna çekê bê rawestandin wê Sed greva birçîbûnê dewam bike.