CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Îtalyayê du koçberên ji behrê hatibûn rizgarkirin, jiyana xwe ji dest dan
Ewlehiya Peravî ya Îtalyayê roja Yekşemê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji 30 kesên li peravên rojhilatê Sîcîlyayê hatin rizgarkirin 2 koçberan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Venezuelayê krîza hilbijartinê: Maduro dest ji desthilatdariyê bernade
Li Venezuelayê piştî hilbijartinên serokatiyê, çalakiyên protestoyî dewam dikin. Tengasî zêde dibe û Nicolas Maduro dest ji desthilatdariyê bernade. -
Gelek welatan bang li welatiyên xwe kirin ku Lubnanê tavilê biterikînin
Piştî sûîqestên Îsraîlê yên li Beyrûd û Tehranê, fikarên li ser belavbûna şer zêde bûn. Gelek welatan bang li welatiyên xwe yên li Lubnanê kirin ku tavilê vî welatî biterikînin. -
Îsraîlê êrîşek hewayî pêk anî: Fermandarê Tugaya Kassam hate kuştin
Îsraîlê li Rojavayê Şerîayê êrîşeke hewayî li ser wesayîtekê pêk anî, di êrîşê de fermandarê Tugaya Kassam jî di nav de, 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Fransa bang li welatiyên xwe yên li Îranê kir ku ji welat derkevin
Fransa, da xuyakirin ku bi taybetî piştî kuştina serokê Hamasê xeteriya rageşiyên leşkerî li herêmê zêde bibe heye û bang li welatiyên xwe yên li Îranê kir ku ji welat derkevin. -
WHO: Li Ewropayê her sal 175 hezar kes ji ber germahiya zêde dimirin
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ya Ewropayê, diyar kir ku her sal zêdeyî 175 hezar mirov ji ber germahiya zêde li Ewropayê dimirin. -
Iraqê bi şîrketa enerjiyê BP’yê ya Îngilîz re peymanên nû îmze kirin
Hikûmeta Iraqê li Kerkûkê ji bo bikaranîna 4 qadên petrol û xazê bi şîrketa enerjiyê BP a Îngiliz re peymanên nû îmze kirin. -
Îsraîlê ragihand ku lîderê baskê leşkerî yê Hamasê kuştiye
Artêşa Îsraîlê roja Pêncşemê bi daxuyaniyekê ragihand ku lîderê baskê leşkerî yê Hamasê Mûhammed Deîf kuştiye. -
Merasîma cenazeyê Haniye, Xamaney fermana êrişê da
Di merasîma cenazeyê lîderê Hamasê Îsmaîl Haniye de ku li Tehranê hate kuştin, bangên ji bo tolhildanê hatin kirin. Lîderê olî yê Îranê jî fermana êrişa li dijî Îsraîlê da. -
Konseya Ewlekariyê ya NY'ê kom bû, tenê fikarên xwe parve kir
Gelek endamên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ku li ser daxwaza Îranê li kombûn, dan xuyakirin ku piştî serokê Hamasê li Tehranê hat kuştin rewş krîtîk bûye û bal kişandin ser rîska rageşiya li Rojhilata Navîn. -
Kuştina Haniyye: Rayedarên Îranê gefa bersivdanê xwarin
Hamasê ragihand ku lîderê wan ê siyasî Îsmaîl Haniyye li Tehranê di êrişeke hewayî de hatiye kuştin. Rayedarên Îranî jî gef xwarin û diyar kirin ku wê Îsraîlê bi rengekî 'giran' ceza bikin. -
Li gorî Îsraîlê di êrîşa li Beyrûdê de fermandarê Hîzbûllahê hate kuştin
Artêşa Îsraîlê şeva Sêşemê daxuyanî da û îdîa kir ku balafirên wan ên şer li Beyrûdê xist û fermandarê Hîzbûllahê ‘tune kirine’. -
Lîderê Hamasê Îsmaîl Heniyye hate kuştin
Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Îsmaîl Heniyye li Tehranê hate kuştin. -
Li Kaliforniyayê li dijî şewata mezin 5 hezar agirkuj seferber bûn
Şewatên daristanê yên li eyaleta Kaliforniya ya DYE’yê, qadeke 1.500 km2’yî texrîb kir. Bi hezaran agirkuj hatin seferberkirin. -
Li Îsraîlê kaosa rastgirên tundraw: Êrîşî baregehên leşkerî kirin
Li Îsraîlê piştî binçavkirina leşkeran ku egera wê miameleya xirab a li dijî girtiyê Filistînî bû, rastgirên tundraw êrîşî baregehên leşkerî kirin. -
Îsraîlê li baregehên parastina hewayî ya Sûriyeyê xist
Îsraîlê li herêma Dera ya Sûriyeyê li du nuqteyên leşkerî yên hikûmeta Şamê xist. -
Li Hindistanê hezaz: Herî kêm 36 kes mirin, bi sedan kes winda ne
Li eyaleta Kerala ya li başûrê Hindistanê, ji ber hezazê herî kêm 36 kes jiyana xwe ji dest dan. -
Li Venezuelayê piştî hilbijartina bi 'nakok', protesto destpê kirin
Piştî ku Serokê Dewleta Venezuelayê Nicolas Maduro car din serketina xwe ragihand, çalakiyên protestoyî destpê kirin. Bi hezaran kes beşdarî protestoyan bûn û li hemberî polîsan pevçûn qewimîn, kesekê jiyana xwe ji dest da. -
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê: Tirkiyeyê ji NATO derxînin
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Yisrael Katz ji ber gefên dagirkeriyê yên Serokkomarê Tirk Erdogan û gotinên wî yên xeter, bang kir ku Tirkiye ji NATO’yê were derxistin. -
DYE û Elmanyayê welatiyên xwe yên li Lubnanê hişyar kirin
DYE û Elmanyayê ji bo welatiyên xwe yên li Lubnanê hişyarî da û xwestin ku Lubnanê biterikînin. -
Li Xezeyê hejmara miriyan bû 39 hezar û 363
Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ya girêdayî hikûmeta Hamasê ragihand ku di şerê ku nêzî 10 meh in didome de, ji ber êrîşên Îsraîlê hejmara kesên jiyana ji dest dane gihişt 39 hezar û 363’yan. -
HRW: Li Sûdanê tundiya zayendî zêde ye
HRW’ê roja Duşemê daxuyaniyek da û hişyarî da ku hêzên paramîlîter û artêşa perçeyekî şerê desthilatdariyê yên li Sûdanê li Hartûm û derdora wê gelekî serî li tundiya zayendî didin. -
Maduro serketina xwe ragihand lê…
Li gorî hejmarên fermî,li Venezuelayê di hilbijartinan de partiya desthilatdar bi rêjeya ji sedî 51,20 dengan, bi ser ket. Lê tê diyarkirin ku encamên sindoqan û ankêtan bi nakok in. DYE’yê ji nû ve hejmartin xwest. -
Saziya Şehîdan a Iraqê ragihand ku ew ê 300 gorên komî vekin
Serokê Saziya Şehîdan a Iraqê ragihand ku ew ê li 85 herêman nêzîkî 300 gorên komî vekin. -
Putîn: Eger DYE li Ewropayê fuze bi cih bike, wê ji nû ve çekên nukleerî bên hilberandin
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn, roja Yekşemê bi daxuyaniyekê diyar kir ku eger DYE’yê niyeta xwe ya bicihkirina fuzeyan li Elmanya yan jî cihekî din li Ewropayê piştrast bike, ew ê ji nû ve çekên nukleerî hilberînin.