Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê: Tirkiyeyê ji NATO derxînin

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Yisrael Katz ji ber gefên dagirkeriyê yên Serokkomarê Tirk Erdogan û gotinên wî yên xeter, bang kir ku Tirkiye ji NATO’yê were derxistin.

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Yisrael Katz daxuyaniyek da û daxuyaniyên Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan weke sedem nîşan da û bang kir ku Tirkiye ji NATO’yê bê derxistin.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê de, ev tişt hate gotin: “Têkildarî gefên Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan ên ji bo dagirkirina Îsraîlê û gotinên wî yên xeter, Wezîrê Karên Derve Yisrael Katz weke lezgîn bi hemû dîplomatên endamên NATO’yê re hevdîtin kir û ferman da ku Tirkiyeye were şermezarkirin û ji tifaqê were derxistin.”

Erdogan duh li Rîzeyê di cîvîna beşdar bûyî de, ev tişt gotibû: “Em çawa ketin Qerebaxê, çawa ketin Lîbyayê, mîna vê em ê li wan jî bikin.”