Konseya Ewlekariyê ya NY'ê kom bû, tenê fikarên xwe parve kir

Gelek endamên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ku li ser daxwaza Îranê li kombûn, dan xuyakirin ku piştî serokê Hamasê li Tehranê hat kuştin rewş krîtîk bûye û bal kişandin ser rîska rageşiya li Rojhilata Navîn.

Piştî Îsraîlê di nava 24 saetan de li Lubnanê li fermandarekî Hîzbûllahê û li Tehranê Serokê Hamasê xist, Îran û Hamasê daxuyaniyên tol rakirinê didin. Êrîşa Îsraîlê rê li ber gumana berfirehbûna şerê li herêmê vekir.

Konsey, piştî êrîşa Îsraîlê ya li dijî serokê Tevgera Îslamî ya Filîstînê Îsmaîl Haniye ya li Tehranê, li ser daxwaza Îranê û bi desteka Rûsya, Çîn û Cezayîr civîneke lezgîn lidar xist.

Sefîrê Îranê Amir Seîd Iravanî behsa mafê Îranê yê "xweparastinê" kir û got ku divê konsey demildest ji bo pêşî li kiryarên êrîşkarî ya Îsraîlê û binpêkirinên tên kirin bê girtin, gavan bavêje.

Gelek endamên konseye ku di nav wan de Çîn, Rûsya û Cezayîr jî heye, êrîşa sûîqastê şermezar kirin.

Lê, piranîya welatên endam tenê bi parvekirina fikarên xwe yên der barê aloziya ku wê ligel şerê li Xezeyê di navbera Îsraîl û Hamasê de berdewam dike berfireh bibe, sînordar man. 

Alîkarê Sefîrê Japonyayê Shîno Mîtsuko got, “Em ditirsin li herêmê şerekî topyekûn destpê bike.”

Alîkarê Sefîrê Fransayê Nathalie Broadhurst jî, ji bo li herêmê rewşeke neyînî pêşnekeve banga hildana berpirsyariyê kir.

Beriya civînê Sekretêrê Giştî yê NYyê Antonio Guterres bi rêya berdevkê xwe fikarên xwe ji ber êrîşên Îsraîlê li dijî berpirsekî Hizbûllah li Tehran û Beyrûtê anî ziman û got ku ew rewşeke metirsîdar e.