Li Hindistanê hezaz: Herî kêm 36 kes mirin, bi sedan kes winda ne
Li eyaleta Kerala ya li başûrê Hindistanê, ji ber hezazê herî kêm 36 kes jiyana xwe ji dest dan.
Li eyaleta Kerala ya li başûrê Hindistanê, ji ber hezazê herî kêm 36 kes jiyana xwe ji dest dan.
Rayedaran ragihand ku ji ber hezazên li eyaleta Kerala ya li başûrê Hindistanê di saetên siharê de çêbûyî, herî kêm 36 kes mirin û îhtimal e ku bi sedan kes di bin axê de mabin.
Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi li ser hesaba xwe ya dîjîtal a X’ê sersaxî xwest û diyar kir ku ew ê her cure alîkariya pêwîst bikin.