Li Venezuelayê piştî hilbijartina bi 'nakok', protesto destpê kirin

Piştî ku Serokê Dewleta Venezuelayê Nicolas Maduro car din serketina xwe ragihand, çalakiyên protestoyî destpê kirin. Bi hezaran kes beşdarî protestoyan bûn û li hemberî polîsan pevçûn qewimîn, kesekê jiyana xwe ji dest da.

Saziya civakî ya sivîl a bi navê Foro Penal têkildarî parastina girtiyên siyasî, bûye pispor. Dîrektorê Foro Penal, Alfredo Romero piştî bûyerên piştî hilbijartinê qewimî ragihand ku li eyaleta Yaracuy a li bakurê rojava kesek mir û 46 kes jî hatin binçavkirin.

Roja Yekşemê li semtên xizan ên cur be cur a Caracas’ê, bi hezaran kes daketin kolanan û bang kirin ku bila Maduro demildest desthilatdariyê dewr bike. Hat dîtin ku posterê Maduro hate şewitandin.

Polîsan gazên îsotê bi kar anîn û çalakvan jî ber bi navenda bajêr ve çûn. Li taxên çîna karker Catya û El Valle’yê pevçûn qewimîn.

Nicolas Maduro roja Duşemê bi fermî ji aliyê Konseya Hilbijartinê ya Neteweyî (CNE) ve weke Serokê Dewleta Venezuelayê hate îlankirin. Serokê Konseyê Elvis Amoros ev îdîa kir: “Venezueliyan Nicolas Maduro hilbijart û bi vî rengî îradeya xwe ya mutlaq danîn holê.”