WHO: Li Ewropayê her sal 175 hezar kes ji ber germahiya zêde dimirin

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ya Ewropayê, diyar kir ku her sal zêdeyî 175 hezar mirov ji ber germahiya zêde li Ewropayê dimirin.

WHO’yê, ragihand ku di navbera salên 2000 û 2019’an de li cîhanê ji ber germahiya zêde 489 hezar kes mirine û ji van ji sedî 36 tenê li Ewropayê pêk hatine.

Dîrektorê Herêmê Hans Kluge, têkîldarê mijarê got, “Mirovên li gelemperiya herêmê û 53 welatên wê yên endam berdêlên giran didin."

Ji ber germahiyê, a ku di 20 salên dawî de zêde bûye ji sedî 30 mirin zêde bûne.

Li gorî WHO’yê ji ber germahiya zêde dibe di salên pêş de hejmara miriyan zêde be.

 

Li gorî vê rêxistina ku girêdayî NY’yê bi girtina hin tedbîran dikarin pêşî li mirina mirovan a ji ber germahiyê pêk tê, bê girtin.