Li Xezeyê hejmara miriyan bû 39 hezar û 363
Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ya girêdayî hikûmeta Hamasê ragihand ku di şerê ku nêzî 10 meh in didome de, ji ber êrîşên Îsraîlê hejmara kesên jiyana ji dest dane gihişt 39 hezar û 363’yan.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ya girêdayî hikûmeta Hamasê ragihand ku di şerê ku nêzî 10 meh in didome de, ji ber êrîşên Îsraîlê hejmara kesên jiyana ji dest dane gihişt 39 hezar û 363’yan.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku di şerê ku piştî êrîşa Hamasê ya ku 7’ê Cotmehê li ser Îsraîlê pêk anî û vir ve de, di nêzî 10 mehan de herî kêm 39 hezar û 363 kes hatin kuştin.
Wezaretê diyar kir ku di nava 24 saetan de herî kêm 39 kes mirin û ji 7’ê Cotmehê ve jî li Xezeyê 90 hezar û 923 kes jî birîndar bûne. Wezaret di bîlançoya ku rojane belav dike de, sivîl û şervanan ji hevdû cuda nake.