Kuştina Haniyye: Rayedarên Îranê gefa bersivdanê xwarin

Hamasê ragihand ku lîderê wan ê siyasî Îsmaîl Haniyye li Tehranê di êrişeke hewayî de hatiye kuştin. Rayedarên Îranî jî gef xwarin û diyar kirin ku wê Îsraîlê bi rengekî 'giran' ceza bikin.

Muxafizên Şoreşê yên Îranê û tevgera Fîlîstînî diyar kirin ku lîderê Hamasê Îsmîl Haniyye di encama êrişeke Îsraîlê de li Tehranê hatiye kuştin.

Di daxuyaniya Hamasê de hate ragihandin ku avahiya li Tehranê ya ku Haniyye lê bû ji bo tevlî merasîma sondxwarinê ya Serokkomarê nû yê Îranê Mesûd Pezeşkiyan bibe çûbû Tehranê, bû hedefa "êrişa siyonîst".

Muxafizên Şoreşê li malpera nûçeyan a Sepahê daxuyaniyek da û got, "Serokê buroya siyasî ya berxwedana Îslamî Hamasê Îsmaîl Haniyye li mala li Tehranê tevî parêzvanekî xwe şehîd bû."

Rayedarekî payebilind ê Hamasê Tahir el Nunu diyar kir ku êriş yekser li avahiya Haniyye lê bû hate kirin û got, "Dagirker ji vê êrişê berpirsyar e û DYE jî xwedî berpirsyariyê ye."

Li gorî New York Timesê ku agahiyên xwe ji Haaretzê wergirt, Îranê banga kombûna Konseya Bilind a Ewlekariyê ya Neteweyî kir ku sûîqesta li hemberî Îsmaîl Haniyye binirxîne.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî roja Çarşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku xwîna Îsmaîl Haniyye wê 'belasebep neçe'.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan roja Çarşemê soz da ku wê bikin ku Îsraîl ji ber vê 'çalakiya xwe ya tirsonekî' 'poşman' bibe.

Lîderê olî yê Îranê Ayetûllah Elî Xemeney jî di daxuyaniya xwe de ku ji aliyê ajansa nûçeyan a fermî Îrnayê ve hate weşandin, got "Rejîma siyonîst a sûcdar û terorîst bi vê çalakiya xwe rêya cezakirineke giran vekiriye û em ji xwe re weke wezîfe dibînin ku tola xwîna li xaka Komara Îslamî ya Îranê hatiye rijandin hilînin."

Rûsyayê jî êrişa li hemberî Haniyye weke 'sûîqesteke siyasî ya nayê qebûlkirin' pênase kir û şermezar kir.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê Lin Jian jî got, "Ji ber vê bûyerê em bi fikar in û vê sûîqestê bi tundî şermezar dikin."

Qatarê kuştina Haniyye şermezar kir û weke "sûcekî qirêj" pênase kir.

Serokdewletê Sûriyeyê Beşar El Esad jî hişyarî da ku kuştina şefê Hamasê dikare bandorê li tevahiya herêmê bike.