Ev 50 salin cîhan bi awayek nepenî hêdî dizivire

Gerestêrka cîhanê dest bi lezek hêdîtir a zivirînê kir, ev yek jî bû sedem ku roj dirêjtir bibin û zanyar di bersivandina sedemê wê de, zehmetiyê dikêşin.

Bi awayek giştî, hin pêvajo hene ku nîşan didin rojek a cîhanê nêzî 86 hezar û 400 saniye ye.

Bi mîlyonan salin, ji ber sedema xişikîna ku ji heyvê çavkaniya xwe digire, zivirîna cîhanê hêdî bûye. Di her 100 salê de nêzî 2,3 mîlîsaniye roj dirêj dibin. Beriya mîlyar salan, li cîhanê rojek 19 saet bû.

Li gel vê yekê, di sala 2016’an de li gorî lêkolînek a ku ji aliyê Proceedîngs of the Royal Socîety A ve hatî weşandin, hêdîbûna cîhanê di nava 50 salên dawî de dewam dike û bi awayek giştî, zivirîna cîhanê di nava 2740 salan de nêzî 6 saetan hêdî bûye.

Lêkoleran di vê derbarê de nivîsandine, “"Hat dîtin ku rêjeya zivirandinê ji yekrengiyê vediqete û bi vî rengî guheztina dirêjahiya navgînî ya roja rojê (lode) bi rêjeya navgînî +1,8 ms serê her sedsalê zêde dibe. Ev yek ji rêjeya ku li ser bingeha hatûçûyîna xişikînê ya +2,3 ms ya serê her sedsalê tê texmîn kirin, di asteke girîng de pir kêmtir e.”

Cîhan di 29’ê Hezîrana 2022’an de gihişt roja xwe ya herî kurt.

Çend teorî hene: Sîstemên hewayê ku qatên qeşayê dihelîne, ji ber ku gerstêrk di bilindahiyên kêm de ber bi nava xwe ve biçûk dibe, dikare bibe xwedî bandorek demdirêj. Lê evane di rêjeyeke diyar de kêm dibin, ji ber vê yekê dibe ku cîhan bi guhertinek ewqas zû re nebe yek.

Ev yek  wê tenê li ser dem bi bandor nebe, di heman demê de wê li ser GPS a ku jiyana me ya modern rêvedibe û amûrên din ên teknolojîk bandorên krîtîk çêbike.

Pêkan e ku pêlgirtinên di leza zivirandina gerstêrkê de ku bi navê “hejandina Chandler” tê zanîn -Tevgera biçûk û nerêkûpêk a cemserên erdnîgariya dinyayê li ser rûyê erdê- bibe sedema bandorekê.

Di encamê de dibe ku pêvajoyên di qatên hundirîn û derweyî yên erdê, okyanûs, hatûçûyîn û heta yên avhewayê bibin sedemê vê yekê. Erdhejên mezin jî dikare dirêjahiya rojekê biguherîne, lê rêjeya wê bi gelemperî kêm e.