Zelal Ceger: Şoreş bi saya Abdullah Ocalan li ser piyan e

Hevseroka TEV-DEM'ê Zelal Ceger destnîşan kir ku kes nikare rastiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Rojava û Sûriyeyê înkar bike û got, "Bi saya wî, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreş li ser piyan e."

Hevseroka TEV-DEM'ê Zelal Ceger destnîşan kir ku piştî 5 hezar salî, bi paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê Rojhilata Navîn ji nû ve bibe dergûşa şaristaniya demokratîk.

Hevseroka TEV-DEM'ê Zelal Ceger ji ANF'ê re axivî.

Çima bi taybetî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû hedefa hêzên navneteweyî?

Planên li ser Rojhilata Navîn û amadekariyên Şerê Cîhanê yê 3'emîn hebûn. Projeya Rojhilata Navîn a Mezin wê bi cih hatibûya anîn. Astengiya li pêşiya bicihanîna van projeyan jî Tevgera Azadiyê ya Kurd û Rêber Apo bûn. Rêber Apo biratî û yekîtiya gelan, jiyana hevpar ji xwe re dikir esas. Dewletên komploger ev yek baş dinirxandin. Fêhm kirin ku divê astengiya herî mezin ji pêşiya xwe rakin. Lewma diviyabû vê astengiyê ji holê rakin. Rêber Apo çawa ku wê demê bû hedef, niha jî dibe hedef.

Li dijî komployê, gel bi rengekî fedayî li ber xwe da. Ya ku bû sedema vê dilsoziya mezin a gel çi bû?

15'ê Sibatê ji bo gelê Kurd rojeke giran û zehmet bû, lê belê Rêber Apo di nava gelê de Kurd de guhertineke mezin afirandibû. Ew fikir û têgihiştin da gelê Kurd ku ji bo bibe Kurdên azad ên xwedî îrade, ji bo bibin xwedî nasnameya Kurdîtiyê divê her tim li ber xwe bide û têbikoşe. Kir xwedî îradeya xwedîderketina li tevger û têkoşîna xwe. Ji ber vê yekê dema ku Rêber Apo dîl hate girtin, gelê Kurd bi paş ve gav neavêt. Berevajî, ji bo xwedî lê derkeve ji êgir xelekek çêkir. Gelê Kurd bi wê rastiyê têgihişt ku dîlgirtina Rêber Apo dîlgirtina wan bi xwe ye. Tevî ku 22 sal di ser komploy navneteweyî re bihurî, gelê Kurd bi paş ve gav neavêt. Gelê Kurd timî têdikoşe, li ser piyan e û çalakiyan dike.

Eger keda 20 salan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nebûya, wê Şoreşa Rojava pêk bihata?

Rêber Apo dema ku li Rojava, Lubnanê û Şamê bû di nava gelê me de bû. Ti carî xwe ji gel venegirt. Gelê Rojava Rêber Apo û felsefeya wî ji xwe re kir esas. Ji ber vê yekê dema ku Şoreşa Rojava dest pê kir, her kes li dora şoreşê li hev civiya. Wiha nehate gotin, 'Ev şoreş ne ya min e'. Dibe ku em Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji xwe re dikin esas, lê belê gelên li bajarên din ên Sûriyeyê jî bi vî rengî difikire. Rêber Apo weke felsefeya jiyaneke azad dibînin. Şoreş her wiha encama keda 20 salan a Rêber Apo ye. Bi saya keda Rêber Apo me karîbû van destketiyan bi dest ve bînin. Bi vê yekê re me ev qad azad kir û sîstema xweser ava kir. Jin xwedî li xwe derket. Me parastina xwe ava kir. Niha li akademiyên me yên civakî, siyasî, îdarî û leşkerî Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk tê nirxandin. Mufredatên li dibistanan jî il ser bingeha fikrê Rêber Apo tê avakirin. Nifşekî nû jî digihêje. Kes nikare rastiya Rêber Apo ya li Rojava û Sûriyeyê înkar bike. Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi saya felsefeya Rêber Apo li ser piyan e.

Êrişa li dijî Bakur-Rojhilatê Sûrieyê gelo di heman demê de li dijî vê sekna siyasî û feraseta rêveberiyê ye?

Paradîgmaya Rêber Apo û modernîteya kapîtalîst şerê hev dikin. Xwediyên sîstemê û dûvikên wan ên herêmî li dijî jiyan, yekîtiya azad û wekhev a gelan, li dijî neteweya demokratîk in. Ji ber vê yekê êrişî Rêber Apo, Tevgera Azadiyê û gelê me dikin. Dewleta Tirk a dagirker cesaretê ji kê werdigire û ewqasî êrişî xaka Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê dike? Êrişî Başûrê Kurdistanê û Şengalê dike. Li Bakurê Kurdistanê terorê dike. Tecrîdê li ser Rêber Apo dişidîne. Hêzên hegemon, sîstema desthilatdarîperest ji alternatîfa Rêber Apo ya li dijî sîstema wan ditirsin. Li dijî projeyên xwe yên li ser Rojhilata Navîn weke astnegiyê dibînin. Piştî 5 hzar salî bi îdeolojiya Rêber Apo wê Rojhilata Navîn ji nû ve bibe dergûşa şaristaniya demokratîk. Hêzên hegemon ji vê ditirsin.

Ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo misogeriya azadiya wî, weke TEV-DEM'ê hûn çi dikin?

Hêza civakê diyarker e. Eger civak yekîtiya xwe pêk bîne, hingî ev ê bibe piştgiriya herî mezin ji bo Rêber Apo. Ev ne demeke welê ku bê gotin 'gelo îro dikarim çi bikim'. Divê em 24 saetên rojê her karê li ber xwe bêrawestan pêk bînin. Ji bo vê felsefe û îdeolojiyê li cîhanê mayinde bikin. Bi navê TEV-DEM'ê em ê erk û berpirsyariyên xwe yên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bê teredût bi cih bînin. Her saziyeke me ji bo xwedîderketina li Rêber Apo karê xwe dewam dikin.