Zarokên Geziyê di şoreşa Rojava de dijîn

Zarokên Kobanê, kesên ku di berxwedana Geziyê de jiyana xwe ji dest dayîn ji bîr nekir.

Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan vîdeoyek amade kir û di dîmenan de zarokên Kobanê berxwedana Geziyê bi bîr anîn.

Peyama zarokan yê ku di dîmenê  bi navê ‘Zarokên Geziyê di şoreşa Rojava de dijîn’ hate weşandin, rastî 5’emîn salvegera berxwedana Geziyê hat.

Zarokan li texteyê sinifê ku li ser waneyan dibînin wêneyê Berkîn Elvan xêz kirin ê ku yek ji sembolên berxwedana Geziyê bû.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Saziya Yekitî û Piştgiriya Gelan ve hatî dayin, wiha tê gotin;

“Zarokên şoreşê yên Kobanê li pey şopa bîrana şehîdên berxwedanê û berxwedana Geziyê ne. Piştî qetilkirina 33 rêwiyên Pirsûsê ku  bingehê berxwedana Geziyê bûn, zarokên Kobanê soz dan ku li pey şopa wan biçin navê wan li parkan, li kolan û caddeyan de bidin jiyîn. Ew di heman demê de nîşan didin ku berxwedana Geziyê ji bîr nekirine, Rojava xaka ku herî zêde xeyal lê desthilatdar e. Li vê xakê hêvî û bawerî tê mezinkirin. Em ê hêviyên kesên di berxwedana Geziyê de şehîd bûbûn bi hêviyên zarokên şoreşa Rojava re pêk bînin. Zarokên şoreşa Rojava wê zarokên berxwedana Geziyê ji bîr neke!.”