Zarokên Efrînî li binê konan dest bi perwerdeyê kirin

Zarokên Efrînî ku ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê ji dibistanên xwe man, li kampa Berxwedan a li Şehbayê li binê konan perwerdeyê dibînin.

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe yên El Nûsra, OSO û DAÎŞ'ê dest bi êrîşên dagirkeriyê kirin, bi sed hezaran Efrîniyan ji neçarî koçî Şêrawa û Şehbayê kirin. Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker, li Efrînê bi dehan dibistan xera bûn.

30 XWENDEKAR HATIN KUŞTIN

Tevî vê yekê bi hezaran zarokên Efrînî bê dibistan û bê perwerde man. Di êrîşên dagirkeriyê de ku 20'ê Çileyê dest pê kirin, 30 xwendekar û 2 mamoste hatin kuştin.

Li Efrînê 86 ji 318 dibistanan hilweşiyan, ya jî welê lê hat ku nema dikarin bên bikaranîn. 42 hezar xwendekarên dibistana seretayî, 9 xwendekarên amadeyî, 550 xwendekarên enstîtu û 450 xwendekarên zanîngehê bê dibistan man.

Bi alîkariya Komîteya Perwerdeyê (KPC) û rêveberiya xweser a Efrînê, li kampa Berxwedan a li herêma Şehbayê ji bo xwendekarên dibistana seretayî konek hate vedan ku wê weke dibistanê bê bikaranîn.

DIBISTANA JI KON

400 xwendekarên ji pola destpêkê heta pola şeşan, wê li 14 sinifan li dibinstana ji kon bixwînin. Mamosteyê dibistana seretayî Dijwar Îbrahîm li ser dibistana ku li kampê vekirin ji ANF'ê re axivî.

Dijwar Îbrahîm diyar kir, ji bo zarok ji atmosfera giran a şer rizgar bibin û ji perwerdeya xwe nemînin, wan dibistan li kampa Berxwedan vekirine û got, "Ji bo zarok ji ziman, çand û perwerdeya xwe nemînin, wkee gava destpêkê me dibistana ji pola destpêkê heta ya şeşan vekir. Dibistana me ji 14 sinifan pêk tê 3û 400 xwendekar lê perwerdeyê dibînin."

XWENDEKAR LI ERDÊ RÛDINÊN Û BI VÎ RENGÎ PERWERDEYA XWE DIBÎNIN

Îbrahîm got, ev yek wê ne tenê li kampa Berxwedanê be, wê li gundên Şehbayê jî bi heman rengî dibistanan vekin û dest bi perwerdeyê bikin. Bi dewamî Îbrahîm got, "Em li dibistanên xwe dersên Kurdî, Erebî û Îngilîzî didin. Wekî din dersên me yên çand û exlaqê, yên sporê hene. Bi kurtasî me li Efrînê perwerdeyeke çawa didan, em li vir jî bi heman rengî didin.

Lê belê pêwîstiya me bi gelek tiştan heye. Bi defter, pênûs û gelek amûrên din hene. Mînak; em ji pola çaran heta ya şeşan dersên Kurdî, Erebî û Îngilîzî didin. Lê belê defetên me kêm in. Xwendekarek ji bo her sê zimanan defterên cuda bi kar tînin. Pirtûkên me nînin. Tenê di destê mamosteyên me de pirtûk hene. Xwendekarên me li erdê rûdinên û bi vî rengî perwerdeyê dibînin. Ev yek jî hinekî zehmet e."

JI BER ŞER TRAVMAYEKE GIRAN BI SERÊ ZAROKAN VE HAT

Dijwar Îbrahîm bi taybetî bal kişand ser bandora giran a şer li ser psîkolojiya zarokan û got, "Li Efrînê rewş aram bû. Zarokên Efrînê şer nedîtibûn. Lê belê ji nişka ve şer bi serê wan ve hat. Dibistanên wan hatin talankirin, hatin hilweşandin. Ji nişka ve ketin nava rewşeke wiha. Vê yekê jî bandoreke giran li psîkolojiya wan kir. Sê meh in ji xwe dûrî dibistanê ne. Ev yek jî bû sedem ku ew ji dersan bimînin. Di adaptasiyona zarokan de pirsgirêk derketiye.

Em dixwazin zarokan ji vê atmosfera giran rizgar bikin. Divê wê pêvajoya giran ji ser xwe biavêjin. Em di dersên xwe de jî ji wan re qalê dikin. Qalê dikin bê em çima li vir in, çima me koç kirine û em ê li dibistanên xwe yên li Efrînê vegerin.

Bi taybetî hin zarok hene ku di şer de bavê wan jiyana xwe ji dest dane. Herî zêde ew zor û zehmetiyê dikişînin. Em dixwazin zarok ji vê atmosferê rizgar bibin. Bi wan re timî diaxivin û ji wan re lîstikan amade dikin. Em bi malbatên wan re jî nîqaşd ikin. Ji wan re qalê dikin bê divê çawa tevbigerin."

Îbrahîm herî dawî bang li saziyên navneteweyî û rêxistinên sivîl kir ku destekê bidin dibistanên wan.