Di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re binivîsîne” ku di 15’ê Sibata 2023’an de hat destpêkirin de, 4 hezar zarokên ji Dêrikê heta Qamişlo, ji Kobanê heta Efrînê li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re name nivîsandin. Hate diyarkirin ku ev nameyên ku ji aliyê Komîteya Mafên Zarokan û Rêveberiya Dibistanên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ve hatine berhevkirin, wê di demeke kin de bi pirtûkekê werin çapkirin.
Hin jêwergirtinên di nameyan de ev in
Hêwa Emîn: Çend sal in serokê min teyrê azadiyê di zindanên dijmin de ye? Ez vê nameyê bi pênûsa azadiyê ya ku bi keda we hatiye bidestxistin dinivîsim. Di vê nameya hêvîdar de ez dixwazim rojekê dilê gelê Kurd bibînim. Tu her kêlî, her saniye, her sal li ser hişê min î. Min tu di hişê xwe de wek teyrê azadiyê xêz kir.
Zoya Hewas Xelef: Ez dixwazim Rêbertiya me ji girtîgehê derkeve û azadiya me hîn zêdetir bibe. Em ê bi Rêberê xwe re azadiya xwe geş bikin. Rêbertiya me siberoja me ye. Siberoja me bêyî wî ne xweş e. Em canê xwe feda bikin jî em ê wî ji zindanê derxînin.
Perî Azad Mûsa: Min ev name ji te re nivîsand. Ez hêvî dikim ku ew bigihîje we. Serok Apo em ji te pir hez dikin. Em hemû dixwazin ku hûn ji vê zulm û zilmê xilas bibin û ji zindanê derkevin.
Nûcan Xelîl: Bi saya keda we îro em dikarin bi Kurdî bixwînin û binivîsin. Em dikarin li her derê bi Kurdî biaxivin. Daxwaza me ya sereke ew e ku hûn ji vê MÎT û çeteyan xilas bibin. Bi derketina we re wê hemû Kurd ronî bibin.
Mîdiya Dawid: Ez vê nameyê ji bo Rêber Apo dinivîsim. Rêberê min, piştî ku tu çûyî, jiyana kurdan pir zehmet e. Em te ji bîr nakin, heta em sax bin em ê li ser navê te biqîrin. Silavên germ û hêviya dîtina we...
Ebdo Hemûd: Rêber Apo hebûn ji tunebûnê afirand. Rêber Apo ji bo azadiya gelê Kurd ked da. Ji bo mafê her kesî dixebitî. Yên jê ditirsiyan ew xistin girtîgehê.
Ahîn Yusif: Dîtina te ji bo min xewnek bêdawî bû. Ez her tim li pey pirtûkên te geriyam. Tu carî nayê jibîrkirin. Tu jiyana nû ronî dikî.
Newroz Mihemed Xelîl: Heta ji destê min bê ez ê nameyekê ji rêberê me yê netewî re binivîsim û hêzê di xwe de bibînim. Hêvîdar im ku hûn di zûtirîn demê de ji zindana van çeteyan derkevin û me ji van çeteyên Tirk rizgar bikin. Dema em ji Efrînê derketin êşa me mezin bû. Bi hêviya ku di demek nêzîk de we bibînim…
Viyan Mihemed Seîd Mihemed: Em keda we dizanin. Gelê Kurd jî wê li ser vî karê we bisekine. Ez bawerim em ê we ji vê zindanê derxînin. Ez bawerim em ê Kurdistanê bikin yek perçe. Em bi we serbilind in. Niha dema azadiyê ye. Em ê we û welatê xwe rizgar bikin.