Zanîngehên Bakur-Rojhilatê Sûriyê mirov kelecanî dikin

Endamê Hîndekariyê yê Zanîngeha Sorbonneyê Doç. Dr. Ibrahîm Seydo Aydogan got zanîngehên Bakur-Rojhilatê Sûriyê û zanîngehên Ewropayê ji bo hin projeyên hevpar dixebitin.

Zanîngeh û akademiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi konferansê re hîndekariya bilind, arîşeyên wê û pergala wê ya azmûnê gotebêj dkin.

Konferansa ku ji hêla Zanîngehên  Rojava, Kobanê, Efrînê û Akademiya Mezopotamyayê ve hatî amadekirin li kampûsa sereke ya Qamişlo, li Zanîngeha Rojava, bi gotebêjiya li ser belgeya pêşnûmeyê ya ji bo hîndekariya bilind di roja duyan de didome.

Di belgeyên pêşnûmeyê de ku ji bo hîndekariya bilind hatiye amadekirin tê diyarkirin ku di hemû qademeyên zanîngehan de pergala hilbijartinê esas were girtin, hevkariya xwendekar û akademîsyenan were geşkirin û perwerdehiya zanîstî esas were dîtin.

Her wiha tê pêşniyarkirin ku li gel perwerdehiya zanistî û demokratîk, meclîsên fakulteyan, avakirina meclîsên xwendekaran a zanîngehan û nûnertiya meclîsên xwendekaran jî di lijneya perwerdehiya bilind de hebe.

Serokê Beşa Kurdolojiyê yê Zanîngeha Sorbonneyê Doç. Dr. Ibrahîm Seydon Aydogan bi Skypeyê li konferansê axivî, got ew bi xebatên zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şanaz in û ji van xebatan zehf kelecanî dibin. Seydo got, pirsa ''Em dixwazin zanîngeheke çawa ava bikin?'' wê rêgeha konferansê diyar bike.

Seydo her wiha diyar kir ku têkiliyên wan bi zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hene, xebatên wan ji nêz ve dişopînin û domand, ''Em bi van xebatan şanaz û serbilind in. Em bi hevpîşe û akademîsyenên wir re didin û distînin. Em jî ji bo ku zanîngehên Ewropayê û Bakur-Rojhilatê Sûriyê hevkariya hev bikin û bibin hevtayê hev dixebitin. Her wiha haziriyên me hene ku li gel gelek hevalên me yên li vir ji bo hazirkirina hin proejeyan werin wir. Hêvî dikim ku di demeke kurt de li gel we em bi hev re vê xebata rûmetdar bikin''.