Zanîngeha Kobanê: Divê em bi zimanê xwe biaxivin û bifikirin

Zanîngeha Kobanê: Gelê Kurd divê ne bi tenê îroj, her roj bi Kurdî bixwîne, biaxive, bifikire û binivîse.

Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Kobanê bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê daxuyanî da. Bi dehan mamoste û xwendekar tevlî çalakiyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Kobanê hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em Zanîngeha Kobanê û Beşa kurdî, 21’ê Sibatê li tevahî civakan û cîhanê pîroz dikin û em pirrengiya zimanan wek pêşketin û dewlemendiyekê dibînin.

Roja 21’ê Sibatê ji hêla UNESCO’yê ve wek “Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê” hatiye pejirandin û li tevahî cîhanê jî ev roj her sal tê pîrozkirin.

Di vê rojê de tê xwestin ku sîstemên li ser rûyê cîhanê, wateya pirrengiya ziman û çandan fêm bikin û bikaribin li hember tevahî zimanan xweşbîn bin. Di xwezayê de jî pirrengiya zimanan heye û her zindiyek bi zimanê xwe rastiya xwe rave dike. Lewre em weke Fakulteya Wêjeyê beşa Kurdî, bang li UNESCO’yê dikin ku dipêşîlêgirtina zihniyetên ku xweşikbûnê û mafên xwezayî yên gelan bin pê dikin û di parastina ahengiya civakî de hestyar be. Li dewletên weke Iraq, Îran, Tirkiyê û Sûriyê ji ber ku heke mirov zarokên Kurd fêrî zimanê zikmakî bikira yan jî bi Kurdî bistra, bi salan dihat girtin û dihat kuştin. Herî dawî Îranê 10 sal ceza da mamosteya zimanê kurdî "Zara Mihemedî" ji ber ku zarokên Kurd fêrî zimanê Kurdî dikirin. Dewleta Tirk jî rojane hewldanên xwe yên asîmîlekirinê yên li ser zimanê Kurdî didomîne. 

Her wiha ji sedemên mirina zimanan yek jê ew e ku netewe bi zimanê xwe yê dayikê neaxivin û lê xwedî dernekevin. Dema bi zimanekî neyê axaftin an jî nivîsandin, hizir û raman jî jê dernekevin meydanê, ew ziman, li hemberî zimanên serdestan mehkûmê mirinê ye.  Ji ber vê yekê ev rewşa zimanên zikmakî nexasim zimanê Kurdî trajediyeke mezin û travmayeke kûr e. Piraniya zimanên zikmakî li hemberî siyasetên zordar, zalim û polîtîkayên pişaftinê yên li dijî wan tên kirin, xwe nagirin û ber bi mirinê ve diçin.

Zimanê Kurdî di dîrokê û dinyayê de ji zimanên herî kevnar e. Bi dehan cihên dîrokî yên ku dergûşa şaristaniyê ne, şopên vî zimanî ta roja me ya îro parastine. Li Rojavayê Kurdistanê bi sed hezaran şagirt û xwendekar bi zimanê xwe yê zikmakî bi "zimanê Kurdî" perwerdeya xwe dibînin û fêrî zanistê dibin. Divê ev rastî di ber çavan re derbas bibe û li dinyayê bê naskirin.

Di mijara zimanê dayikê de pêwîst e hemû Kurd li zimanê ku ji pêşiyan, wek mîras maye xwedî lê derkevin û bi awayekî çêtir hînî nifşên nû bikin. Gelê Kurd ne tenê îro, divê her roj bi Kurdî bixwîne, bifikire, biaxive û binivîse.”