Hevseroka Meclîsa Damezirîner a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê Hediye Yûsiv ji ajansa me re got bê ka wan çawa biryar li ser projeya federasyonê dane, pratîze kirine, giringiya wê û ew ê çawa parastina wê bikin.
Yûsiv diyar kir wan projeya federasyonê gav bi gav biryar li ser dane û ew pratîze kirine.
Yûsiv wiha bi nav de çû: ‘’Me Adara 2016’an civîna pêşî ya meclîsa damezirîner danî û projeya xwe ya federasyona demokratîk me ragihand. Di vê civînê de me biryar li ser nivîsîna destûra civakî da. Her wiha konseya rêveber hate avakirin.’ Yûsiv bi domdarî got peymana civakî ya pergala federasyonê hatiye nivîsîn û di civîna 2. a meclîsa damezirîner de ev peymana civakî hatiye erêkirin.
Yûsiv got di civîna duyemîn de ji bo ku pergala federal pratîze bikin wan biryara danîna qanûna rêveberiya îdarî û hilbijartinê dane û got: ‘’Ji bo vê jî meclîsê biryar li ser da ku ji bo nivîsîna qanûnê komîte were avakirin û peywirdarkirin. Li ser vê zemînê bi alîkariya komîteya amadekar û konseya hilbijartinê fikrên meclîsên qanûnçêker ên 3 kantonan, konseya rêveber û komîteya derbarê yasayan û bûroyan hate standin û pêşnûmeya rêveberiya deverî û hilbijartinê hate çêkirin. Jixwe beriya vê ji bo ku em vê xebatê bidomînin me serjimarî jî kiribû. Di civîna sêyemîn a meclîsa damezirîner de jî me qanûna herêmên rêveberî û qanûna hilbijartinê gotûbêj kir û erê kir. Em ê wê pêk bînin.’’
‘QADÊN KU HATINE AZADKIRIN KENGÎ BIXWAZIN DIKARIN TEVLÎ PERGALA ME BIBIN’
Yûsiv diyar kir 3 herêmên deverî yên ku di civînê de biryar li ser wan hatiye dnaîn, her yek wê bi rengê ku ji 2 bajaran mezintir bin û ji eyaletan biçûktir bin werin rêxistin û got: ‘’Herêm Cizîrê bi rengê Qamişlo û Hesekê; Herêma Firatê bi rengê Kobanê û Girê Spî û Herêma Efrînê jî bi rengê Efrîn û Şehbayê were rêxistin.
Me bi rengê 3 herêman birêxistin kir ji ber ku niha qadên azadkirî yên weke Minbic, Tebqa û Reqa ne di nav sîstema me de ne. Dema ku me ev proje ragihandibû Efrîn, Cizîr û Kobanê me 3 kanton ragihandibûn.
Ji wê demê ve herêmên ku hatine azadkirin li pergala me nehatine zêdekirin. Dema ku me projeya xwe ragihandî hê Minbic nehatibû azadkirin, pêngava Reqayê hê dest pê nekiribû. Lê di peymane me ya civakî de sînorên me ji her kesî re vekirî ne. Me di peymanê de gotibû ku qadên hatine azadkirin heke biryar li ser bidin ku tevlî sîstema fedaral bibin û ji me bixwazin em dikarin biryara vê li meclîsê bidin. Niha Minbic, Tebqa û Reqa ne di nav herêmên me yên rêveberî de ne. Lêh eke biryarek wiha were dayin û were daxwazkirin em dikarin li meclîsê vê binirxînin.
Lê li Minbicê hin kes di meclîsa me de ne. Ji ber ku, dema ku me civîna xwe kirî hê Minbic nehatibû azadkirin, ew jî li qadên me bûn. Bi şexs vîna xwe li bara sîstema me diyar kirin. Lê wek min gotî ne li ser navê Minbicê li ser navê xwe.’’
‘LI GEL HEMÛ ÊRÎŞAN JÎ EM BI SER KETIN Û EM Ê BI SER BIKEVIN’
Yûsiv diyar kir bi ragihandina projeyê dewleta Tirk li ser Bakurê Sûriyê êrîşên giran anîne, niha armanca hemû êrîşên wê astengkirina projeya federasyona demokratîk e û got: ‘Êrîşên weke yên bi ser Efrînê de êrîşên dewleta Tirk ên bi ser herêmê de, hemû bi sedema ku herêmê ne aram bikin û destekê bidine komên terorîst û bi vî rengî jî dixwazin projeya me bidin rawestandin. Lê li gel vê jî hêzên me operasyona Reqayê bi rê ve dibin û em jî gav bi gav projeya xwe pêk tînin. Em ê vê projeya xwe bibin serî û em ê bi dilekî rehet nîşan bidin ku em xwedî li keda şehîdên xwe xwedî derdikevin.’’
‘HEKE ÊRÎŞÊ BI SER HÊZÊN ME DE BÎNIN JI PARASTINÊ BERPIRS IN’
Hediye Yûsiv bal kişande ser êrîşên îro yên dewleta Tirk ên li ser Efrîn û Şehbayê û got: ‘’Di peymana me ya civakî de xalek li ser parastinê heye. Weke ku di vê xalê de tê gotin heka êrîşek bi ser Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê de çêbibe hêzên me yên parastinê YPG, YPJ, QSD berpirs e ku bersiv bide û parastinê bike. Wê gel û qadên me bi hemû hêza xwe biparêzin. Ev peywira wê ye. Her wiha ne tenê li dijî qadên federalîzma demokratîk li dijî hemû Sûriyê jî dema ku êrîşek çêbû peywira sereke ya hêzên me yên parastinê paratin e. Em bi vî rengî li êrîşên li dijî Efrîn û Şehbayê dinerin.’’