Yûsif: Em ê dest ji destketiyên xwe bernedin

Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Foza Yûsif destnîşan kir, ku dewleta Tirk tevî êrişên giran û berfireh bi ser neket û got, "Em ê dest ji destketiyên xwe bernedin."

Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) der barê êrişên qirkirina etnîkî yên dewleta Tirk û polîtîkayên guhertina demografiya herêmê yên dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê forûmekê pêk tîne.

Forûm li avahiya navendî ya Sendîkaya Kedkaran a li herêma Rimêlanê ya Qamişloyê bi rengê sê rûniştinan pêk tê. Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Foza Yûsif li forûmê axivî û rewşa dawî ya li herêmê nirxand.

Yûsif anî ziman ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pêvajoyeke zehmet de ye û dewleta Tirk bi destûra hêzên DYE û Rûsyayê dest bi êrişê kir, qirkirina etnîkî dike û demografiya herêmê diguherîne.

'ÇI KIRIN BI SER NEKETIN'

Yûsif got, "Dewleta Tirk tevî kiryarên xwe hemûyan bi ser neket û hîn jî êrişî herêmê dike. Dewleta Tir bi van êrişên xwe dixwaze pêkhateyên herêmê tine bike. Dixwaze fitneyê bixe navbera pêkhateyan. Çeteyên DAÎŞ'ê bi navê koçberên Sûriyeyî li hev kom kiriye û bi wan êrişî herêmê dike. Erdogan dixwaze îradeya me têk bibe. Em 8 sal in xwe diparêzin. Em ê heta dawiyê parastina xwe dewam bikin.

'EM Ê DESTKETIYAN JI KESÎ RE NEHÊLIN'

Gelê me wê ti carî ji bîr nekin ku DYE û Rûsyayê destûr dan Tirkiyeyê ku êriş bike. Bi navê ol li Serêkaniyê û Girê Spî êrişî gel dikin. Dewleta Tirk gefê li pêkhateyan hemûyan dixwe. Gelê me wê li ber kiryarên li Serêkaniyê, Girê Spî û Til Rifatê rabe. Divê em şehîdên xwe yên ku ji bo me, ji bo xaka me canê xwe feda kirin nas bikin. Em ê destketiyên şehîdan ji kesî re nehêlin. Em ê vê xakê ji dagirkeran biparêzin, li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wan li ber xwe bidin û em ê bi ser bikevin. Eger em bibin yek wê ti hêz nikaribe li hemberî me raweste."

Forûm wê piştî sê rûniştinan êvarê bi civîneke çapemeniyê bi dawî bibe.