Yûsif: Destwerdana li Bakurê Sûriyeyê lîstina bi êgir e

Hevseroka Desteya Rêveber a Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Yûsif got, "Destwerdana dewleta Tirk a li Bakurê Sûriyeyê lîstina bi êgir e."

Hevseroka Desteya Rêveber a Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Foza Yûsif, duh di civîna sêyem a Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê de axivî û behsa pêşeroja Sûriyê û pêvajoya herêmê kir. Foza wiha got: "Danûstandinên rasteqîn piştî rizgarkirina Reqa û Dêrezorê wê dest pê bikin  û Reqa wê bibe paytexta biratiya gelan."

Foza Yûsif anî ziman ku 5 sal di ser şoreşa 19′ê Tîrmehê re derbas bûn û wiha domand: "Nirxandina baş ji rewşa siyasî û leşkerî ya heyî re pir girîng e. Divê em li gorî vê Ji ber vê yekê, plansaziya xebatên deynin. Şerê li Sûriyê ji aliyê hêzên cîhanî  û dewletên herêmî ve, didome.”

Yûsif bal kişand ser şerê cîhanî yê li herêma Rojhilata Navîn rû dide û diyar kir ku bi armanca dagirkeriyê, destwerdana axa Sûriyê dike. Foza wiha axivî: "Şerê cîhanî li ser herêmên Reqa, Dêrezorê û sêgoşeya sînorî ya di navbera Sûriyê, Urdin û Iraqê de, di navbera Amerîka û Rûsiya de baş xuya dibe. Her yek li aliyekî hewl dide herêmên stratejîk ên girîng bixe serweriya xwe. Yê karibe planeke leşkerî û siyasî ya rasteqîn bide meşandin, dikare di danûstandinan de xwedî gotin be. Têkildarî hêzên herêmî, Tirkiyê di pêkanîna rêbazên stratejîk de li Sûriyê vala derket."

'TIRKIYE BI ÊGIR DILÎZE'

Foza Yûsif da zanîn ku hewldanên Tirkiyê yên ji bo beşdariya hemleya rizgarkirina Reqayê  hatine pûçkirin  û wiha got: "Ji ber vê Tirkiyê bi hemû hêza xwe hewl dide projeya rizgarkirinê asteng bike, yan jî heta jê were dereng bixe. Êrîşên wê yên li ser Kantona Efrînê û herêmên Şahbayê berdewamiya xelaskirina DAIŞ′ê ji şikestinê ye. Ne tenê ev e, lê belê pûçkirin stratejîyeta Tirkiyê li Sûriyê, kir ku di rewşeke hestir re derbas bibe. Eşkerekirina ajansa nûçeyan a Anadolê ya bargehên leşkerî yên hêzên Amerîka li Bakurê Sûriyê jî, nîşan dide ku Tirkiyê bi agir dilîze, eger cîhan bersiva vê yekê nede, dê Tirkiyê bi vî agirî bişewite."

'MISIR LI ŞÛNA TIRKIYEYÊ'

Foza Yûsfi destnîşan kir ku dewleta Misir a Erebî li herêmê li şûna Tirkiyê hat erkdarkirin, ji ber ku Misir dewleteke nerm e û li dijî selefiyetê ye û wiha pê de çû: ″Xuya ye wê di qonaxa bê de rola Misirê di herêmê de mezin be. Ev tê wateya aliyê sunî ku Tirkiyê, Siûdiyê û Qeterê nûnertiya wê dikin, ber bi hilweşandinê ve diçe û wê li şûna wê bi rêya Misirê, aliyekî nû were avakirin.″

Foza Yûsif têkildarî rewşa siyasî û leşkerî, her wiha helwesta rejîma Baas û û Îtilafa Niştîmanî ji aloziya herêmê ev nirxandin kir: "Rejîm bi piştgiriya Rûsya hewl dide desthlatdariya xwe li ser hin herêman (wekî Dêrezorê) ferz bike. Îtilafa Niştimanî ji aliyê siyasî û leşkerî ve pir xirabe û rêveçûna şoreşa Sûriyê ya demokratîk, niştimanî û rizgariyê guhertin.  Her wiha nirx û prensîbên gelê Sûriyê li hember pere û berjewendiyên kesane firotin. Îro jî Îtîlaf hewl dide, serkeftin ku di şoreşa 19′ê Tîrmehê de ji aliyê hêzên Kurdî û demokratîk ve hatine bidestxistin, hilweşîne. Ew bi îdiayên ku QSD′ê kiryarên terorane dike, dixwaze PYD/QSD′ê bixe lîsteya terorê. Her wiha şovînîzim û nijadperestiya xwe li hember  gelê Kurd û hêzên demokratîk rojane serkeftinên siyasî û leşkerî pêk tînin, nîşan didin. Îtîlaf bi vê yekê dixwaze alîkariya DAIŞ′ê bike û zorê li ser wan sivik bikin."

Yûsif di berdewama axaftina xwe de daxwaz ji Meclîsa Niştimanî ya Kurd (ENKS) kir ku ji Îtîlafê veqetin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dem hat ku êdî ENKS û hêzên ku îdîaya demokrasiyê ji Îtîlafa şovînîst û nijadperest ku nirxên gel hedef digire, veqetin. Kesên ku destê wan di pêkanîna kiryarên xirab de heye, ji aliyê gel û dîrokê ve nayên efûkirin."

'CINÊV TÊŞEYÎ YE, DANÛSTANDIN PIŞTÎ RIZGARIYA REQA YE'

Foza Yûsif diyar kir ku civînên Cinêvê  şeklî ne û wiha got: "Beriya rizgarkirina Reqa û Dêrezorê, tu danûstandinên berhemdar pêk nayên. Neteweyên Yekbûyî  amadekariyên reşnivîsa destûrê  û civînên ku tên lidarxistin, tenê dirêkirina dem ne. Derbarê  civînên Astana jî, Rûsiya bi hemû hêza xwe tev digere da hêzên leşkerî yên li herêmên Rojava-Bakûrê Sûriyê parçe bike da di demên pêş de xwe radest bikin. Rûsiya hewl dide Tirkiyê bi kar bîne, da vê plana xwe bi ser bixe."

'REQA WÊ BIBE PAYTEXTA BIRATIYA GELAN'

Foza Yûsif da zanîn ku dê bajarê Reqayê bibe paytexta biratiya gel û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Şoreşa 19′ê Tîrmehê ji Kobanê dest pê kir û li tevahî herêmên rizgarkirî belav bû. Buhara gelan di vê şoreşê de pêk hat. Kobanê bi sekna li hember DAIŞ′ê, bû paytexta mirovahiyê. Dî bi xwîna tevahî gelên Hêrêmê jî Reqa bibe peytexta biratiya gelan.  Çi dibe bila bibe, lê rê li pêşiya şovînîzim, nijadperestî û olperestiyê nayê vekirin. Durişmeya me yekîtiya gelan û serkeftina Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê ye."