YRJ: Em ê têkoşîna şehîd Seyîd Evran heta serkeftinê bidomînin

YRJ’ê sersaxî ji malbat û hempîşeyên rojnamevan Seyîd Evran re xwest û got, “Em ê têkoşîna we heta pêkanîna civakeke polîtîk, demokratîk û azad li ser bingeha azadiya jinan, berdewam bikin.”

Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) têkîldarê şehadeta rojnamevan Seyîd Evran daxuyaniyeke nivîskî weşand.

YRJ’ê, diyar kir ku ew bi xemgîniyeke mezin agahiya şehadeta rojnamevanê şoreşger Seyîd Evran girtine û ev tişt hate gotin:

“Şehîd Seyîd, xwedî dîrokeke dirêj a têkoşîna şoreşger a lêgerîna rastiyê û ragihandina wê ji cîhanê re ye, bi taybet têkoşîna gelê Kurd û Kurdistanê.

Têkoşer û rojnamevan, nivîskarê şoreşgerî Seyîd Evran jiyana xwe kir ximzeta têkoşîna gelê Kurd û Kurdistanê. Ji ber wê li her çar parçeyên Kurdistanê, Rûsya, Ermenîstan û gelek dewletên Ereb têkoşîneke bêhempa meşand.

Seyîd Evran, li hember siyaseta çewisandinê ya dewleta Tirk a dagirker sekinî, kar û xebatên mezin dimeşand da ku deng û êşa gelê Kurd li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ragihîne cîhanê. Di encamê de gelek caran tê girtin. Dema navenda rojnameya Ozgur Ulke ya li Stenbolê 3’ê Kanûna 1994’an hat bombekirin, hevrê Seyîd Berpirsyarê Karên Nivîsê erk dimeşîne. Di wê êrîşê de hevrê Seyîd birîndar dibe.

Bi destpêkirina şoreşa 19`ê Tîrmehê re, rojnamevan Seyîd Evran berê xwe dide Rojava ji bo ku rastiya şoreşa demokrasiyê ragihanîne cîhan, xebat û tecrubeyên xwe yên rojnamevaniyê parve dike. Yek ji damezrînerê Ragihandina Azad a Şoreşgerî ya Rojava û Bakur û rojhilatê Sûriyeyê ye. Bi dehan rojnamevanan perwerde dike ku xeta berxwedanê şopandin. Di navê de şehîd Dilîşan Îbiş û Nûjiyan Orhan hene.

Bê westan û bê dudulî di şert û mercên herî dijwar de Seyîd Evran, ji bo avakirina ragihandineke rastîn û şoreşgerî li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser şopa damezrînerê ragihandina azad şehîd Mezlûm Dogan û rêgezên ragihandina jina azad a şehîd Gurbetllî Ersoz, her kesê rêgezên ragihandina azad û ragihandina civakê li ser bingeha ‘ragihandin eynika civakê ye’ li akademiya şehîd Fayiq xwendine, gavên domdar û hevseng davêje.

Em soza şopandina rêgeza ragihandina azad a demokratîk didin hevrê Seyîd Evran û em jê re û ji tevahî hevrêyên me yên şehîd re dibêjin em ê têkoşîna we heta pêkanîna civakeke polîtîk, demorkat û azad li ser bingeha azadiya jinan, berdewam bikin.”