YPJ li Reqayê daxuyaniyê dide çapemeniyê
Tê payin, YPJ li ser rizgarkirina Reqayê li navenda Reqayê daxuyaniyekê bide çapemeniyê.
Tê payin, YPJ li ser rizgarkirina Reqayê li navenda Reqayê daxuyaniyekê bide çapemeniyê.
Piştî ku Reqa di encama berxwedana 135 rojan de ji aliyê QSD'ê ve hate rizgarkirin, bi sedan endamên YPJ'ê li meydana El Neîm ku DAIŞ'ê ew weke 'meydana mirinê' bi nav kiribû, li hev civiyan û wê daxuyaniyekê bidin çapemeniya navneteweyî.
Qada daxuyaniyê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPJ, YPG, QSD, YBŞ û YJŞ'ê hate xemilandin.
Piştî daxuyaniyê wê merasîmeke pîrozbahiyê bê lidarxistin.