YPJ: Hevrê Rohenda ji bo vegotina rastiyan şehîd bû

YPJ’ê di salvegera şehadeta şervana xwe û rojnameger Rohenda daxuyaniyeke nivîskî weşand. YPJ’ê diyar kir ku Rohenda ji bo vegotina rastiyan şehîd bû û ew ê soza xwe ya şopandina rêya Rohenda, Eylul û Agiriyan dubare dikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPJ’ê di salvegera şehadeta şervana xwe û rojnameger Rohenda daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya YPJ’ê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Li ser xaka Sûriyeyê ev nêzî 8 sal in, şerekî mezin tê meşandin. Ev şer li dijî tunekirina rastiyên civakî, çanda gelan, hebûna jinan tê meşandin. Ji bo ku vê hovîtiya komên çeteyan dikin, ji raya giştî re were dayîn, gelek rojnamevan û nûçegîhanên ragihandina azad gihîştin şehadetê. Denîz Firat li Mexmûrê, Nûjiyan Erhan li Şengalê, Dilîşan li Dêrezorê, Agirî li Qereçox, Eylûl li Şehba û weke berdewama vê xelekê par hevrêya me Rohenda, di şerê Berxwedana Serdemê de gihişt şehadetê. Di van şeran de rojnamevan û nûçegîhanên jin her tim di refên pêş de cih girtin û fedekariyên mezin kirin. Heval Rohenda bû yek ji wan.

Hevala me Rohenda bi xwe ji Efrînê bû. Di şerê Berxwedana Serdemê de tevî bavê xwe heya kêliya şehadetê çeper bernedan û bi hev re gihîştin şehadetê. Hevrê Rohenda ji bo hovîtiya çeteyên Erdogan û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Efrînê pêk anî karibe bişopîne, bi navê endama ragihandina me cihê xwe di eniyên şer de girt. Kêlî bi kêlî şahidî ji berxwedana şervanên YPJ’ê re kir. Xwest bi kamera û bi girtina wêneyan rastiya hovîtiya dewleta Tirk ragihîne ji cîhanê re.

Em Navenda Ragihandina YPJ’ê hemû xebat û têkoşîna xwe li ser bingeha soza xwe dimeşînin a ku me daye rêhevalên xwe. Em şopdarên Rohenda û Eylûlan, ji bo em rastiya têkoşîn û berxwedêriya her şervaneke YPJ’ê bişopînin, bibin ziman, deng, wêne, dîmenê wan, îro li herêma Dêrezorê, şahidiyê ji şerê dawî yê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê re dikin. Em li ser wê esasê careke din soza xwe ya berdewam kirina rêya şehîdan dubare dikin û ji malbata şehîd Rohenda û ji tevahî malbatên şehîdan re sersaxiyê dixwazin.”