YPJ hêviya dayik, zarok û jinan e

Dema mirov di nava rastiyan de dijîn, hîn zêdetir bi wate nêzî bûyeran dibe û fam dike. Ji ber ku rastî dîtin û jiyîn, hêza wate dayînê bi mirovan re mezin dike.

Dema mirov di nava rastiyan de dijîn, hîn zêdetir bi wate nêzî bûyeran dibe û fam dike. Ji ber ku rastî dîtin û jiyîn, hêza wate dayînê bi mirovan re mezin dike. Mirov çiqasî fêm bike, an jî wate bide, ewqasî jî bi pratîk dike. Ev ji bo her tiştî derbasdar e. Ji tiştên mezin heya tiştên herî biçûk jî bi vî rengî ye. 

Avakirina civak nû dîrokê carna bi gotinekê, bi fikrekê îfada xwe ya rast dibîne. Di cewherê xwe de ti tişt ne tevlîhev û bê wate ye. Her gotineke ku tê kirin ango her çalakiya ku tê li dar xistin xwedî wate ye û bi armanca ku wateya xwe bibîne tê kirin.

Ka werin li dîrokê binêrin heta ku jin gîhiştin van rojan di nava çi zor û zehmetiyan re derbas bûn? Bi rastî jî di roja îro de dema mirov li asta têkoşîn û zanebûna ku jin gîhiştiye mêyze dike ne gengaze ku mirov li beramberî vê rastiyê nerecife û îlham negre. Jinên Kurd ji rastiya berxwedêr a jinên cîhanê îlham girtin, xwe mezin kirin, bûn artêş û hêza hêviyê.

Piştî 7 salên bi berxwedanî, têkoşîn û bedelên giranbûha,Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê bi armanca xwe hîn zêdetir mezin kirin û asta rêxistinbûna xwe hîn zêdetir bilind kirin cardin pratika xwe ya şer û berxwedaniyê nirxand. Bi vê boneyê jî Konferansa xwe ya 2. li dar xist. Konferans bi tevlîbûna 200 şervanên ku di nava pratîkên giran re derbas bûbûn re pêk hat. Di nava wan şervanan de gelek şervanên ku di Konferansa 1. ya YPJ’ê de jî cihê xwe girtibûn hebûn. Dema mirov li çavê wan mêyze dikir dihate dîtin ku di aliyekî de xemgînî di aliyê din de kêfxweşiya ku hêza xwe mezin dikin dijîn. Dema me li wan mêyze dikir, dihat dîtin ku di roja îro de tovên azadiya ku Bêrîvan û Silava’yan cardin bi hezaran lehengên ku dixwestin şîn bikin û mezin bikin di roja îro de hatine şîn kirin û bi hêza ku ji heqîqeta heyî girtine, ew tov mezin dikirin. Ji bona ku tov bibişkive pêwîste destpêkê baş were avdan da ku berhem bide. YPJ’ê jî di bingehê xwe de xwe rast ava kiriye, di roja îro de jî hêz, reng û dengê xwe jî li her derê belav kiriye.

Di konferansê de şervanên Kurd, Ereb, Enternasyonal û Tirkmen cihê xwe girtin. Her şervanek cîhanek, her şervanek bedewiyeke cûda di hindirê xwe di veşartibû. Ji bona ku ew bedewî û hêza wan hîn zêdetir derkeve holê di konferansê de nîqaşên ku di asta qedera civak, jin, zarok û tevahî mirovahiyê bide guherandin dihatin kirin. Civak bi hebûna jin, civakbûna xwe watedar dike. Wan şervanan jî hebûna xwe û tevahî jiyana xwe fedayî civaka xwe kiribûn.

Cardin di şoreşa Rojava de tişta ku herî zêde rengîniya xwe dabû diyar kirin dayîk bûn. Di vê konferansê de jî herî zêde tevlîbûna dayîkan moralê şervanan bilind dikir.Wan dayîkan şahidiya rihê fedayî yê zarokên xwe kiribûn. Dilê wan bi êşên ku nayên vegotin tijî bû. Lê hêviyên xwe yên ji şervanên xwe jî kêm nedikirin berovajî wê mezin dikirin. Dayîkeke ji Efrînê di nirxandinên xwe de wiha got “em bê zarok bê dayîk û bav dibin lê em bê welat nabin. Em ê li ber xwe bidin, çawa me Kobanê û Şengal Rizgar kir emê Efrîna xwe jî Rizgar bikin. YPJ’ê Hêviya me ye em sipasiya xwe dikin ku YPJ’ê hêviyên me bi cih anî, bû pêşeng û temsîla jina bi rêxistin kirî.’’

Me bi xwe jî şahidiya kêliyên dîrokî kir û di nava herikîna dîrokê de em jî bûn şahidê biryarên ku di asta nirxê jiyanî de. Rastiya ku mirov dike mirov, li beramberî jiyaneke ku di her alî de ji bona jin hatiye sînordar kirin li beramberî wan sînoran, sînor ne nas kirin û derbas kirine. Ji ber ku şoreş sînoran nas nake şoreşger jî ewe ku sînorên heyî dirûxîne û şoreşê ava dike.Weke ku min di serî de jî da diyar kirin“dema mirov di nava rastiyan de jiyan dike, hîn zêdetir bi wate nêzî bûyeran dibe û fam dike. Ji ber ku rastî dîtin û jiyan kirin, hêza wate dayînê di mirovan de mezin dike. Bi vî awayî şervanan soza xwe ya têkoşînê nû kirin û bi dirûşmeya “Em bi rihê Leyla û hêrsa Avesta’yan xwe ji nûve ava bikin dagirkeriyê têk bibin” di dawî de jî bi gerandina govendê re YPJ’ê konferansa xwe bi dawî kir.