YPJ’ê 8’ê Adarê roja berxwedan û raperînê li tevahiya jinên têkoşer pîroz kir

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi wesîleya 8’ê Adarê hemû şehîdên şoreşa azadiya jinê bibîr anî û peyama bilindkirina têkoşîna azadiyê da.

8'Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÊ

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek weşand. 

Di daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPJ’ê de hat gotin, “Em 8’ê Adarê roja serî hildan û raperîna jinan, roja berxwedan û têkoşînê li hemû jinên cîhanê û li hevrêyên herî rast ê jinê li Rêber Apo pîroz dikin. Bi boneya vê roja pîroz em hemû şehîdên şoreşa azadiya jin bi bîrtînin û soza bilindkirina têkoşîna azadiyê nû dikin.

Weke Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) îro em li ser mîrateya giranbiha ya jinên berxwedêr ên cîhanê meşa xwe ya azadiyê didomînin. Me ala berxwedan û serfiraziyê ji Roza Luxemburg, Clara Zetkîn, Leyla Qasim, Leyla Xalid, Sakîne Cansiz û Gûlnaz Karataş hilgirt û îro em bi qehremanên cenga Rojava Arîn Mîrkan, Rêvan Kobanê, Zîlan Hesekê, Tolhildan Raman, Rojda Minbic û Sorxwîn Rojhilat’an ber bi şoreşa jinê ve dimeşin. Weke hevrêyên van jinên leheng em şanaziya vê dijîn û bi hêrseke mezin li hemberî her cûre polîtîkayên qirkirin, dagikerî û tecrîdê, têkoşîna xwe bilind dikin.

Ji New York’ê heta Efganîstanê, ji Şengalê heta Îranê, em ruhê berxwedaniyê yê tevahî jinên cîhanê ku textê desthiladariya mêr dihejîne û gihandiye ber hilweşînê silav dikin;  em ji vir, ji warê şoreşê ku tarîtiya sedsalê lê hate têkbirin û ala berxwedana jinan lê hate bilind kirin silav û hezkirinên xwe ji tevahî jinên têkoşer ên cîhanê re dişînin.

Îro jinan li her çar aliyên cîhanê li hemberî aqilê zilam ê desthiladar ku bi şer, talan, destdirêjî û qirkirinê xwe bi pergal dike, serî rakiriye. Li çiyayên Kurdistanê gerîlayên YJA Star’ê li hemberî çekên kîmyewî şerê rûmetê didin meşandin, li Îranê li hemberî her awayî destdirêjî, darvekirin û zordariya li ser jinan, bi ruhê Jîna Emînî jinên Fars û Rojhilatî, bi diruşmeya Jin Jiyan Azadî banga jiyaneke bi rûmet dikin, li Efganîstanê li hemberî hovîtiya Talîban, jinên Efganî serî hildane û bi israr daxwaza azadiyê dikin. Li vir, li Rojava û li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê jî li hemberî DAÎŞ’a ku weke hêza herî terorîst a cîhanê hate bi navkirin û li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk jinên Ereb, Kurd, Ermen, Asûrî, Sûryanî bi navê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) xwe bi rêxistin dikin û bi yek ruhî hemû qadên jiyanê hembêz dikin, destkeftiyên şoreşê diparêzin. Ev enerjiya herikarbar a jinan ku diherike yek rûbarî, dibe çavkaniya azadiya tevahî civakê, ev yek jî coş û kelecana me ya têkoşînê xurtir dike.

Bê guman bi saya fikir û ramanên Rêber Apo ku bîrdoziya rizgariya jinê di rojek wiha pîroz, di roja 8’ê Adarê de diyarî me tevahî jinan kir, em gihan van rojan. Ji ber wê ye ku şoreşa Rojava weke şoreşa jin hate binavkirin û îro em li ser koka xwe li cewherê xwe vedigerin û dîroka xwe ya azadiyê, bi berdêl, berxwedan û destanên lehengiyê dinivîsînin.

Weke YPJ’ê, em ê mizgîniya azadiyê ku bi biharê re geştir dibe, bidin tevahî jinan û gelên herêmê. Hemû qadên jiyanê wê bi cewher û xemla jinê re bi wate bibin. Ji bo wê xwe rêxistin kirin û li hemberî mêjiyê mêr şer kirin, ancax bi parastinê re gengaz e. Em ê bi vî rengî karibin xwe û şoreşa azadiya jinê domdar û mayînde bikin. Li ser vê bingehê em bang li hemû jinan dikin ku xwe li rêxistinbûnê bipêçin, li her qadê bi parastinê xwe bi çek bikin da ku em bi vîna jina azad, her cure polîtîkayên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin, siberojên azad û aram diyarî tevahî jinan û mirovahiyê bikin.”