YPJ: Dewleta Tirk sûcên hovane dike

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi wesîleya 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Dinyayê diyar kir ku dewleta Tirk sûcên hovane dike û nerazîbûn nîşanî bêdengiya hêzên navneteweyî da.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi wesîleya 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Dinyayê daxuyaniyek weşand.

 YPJ’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku wê pergala parastinê ya giştî ya Rojava ji dema damezirandinê, di  4’ê Nîsana 2013’an ve di rêziknameya xwe de rêz ji mafên mirovan re girtiye.

Her wiha diyar kir ku rêxistinên terorîst mîna DAIŞ û Cebhet El-Nusra û piştevana wan dewleta Tirk bi hemû rêbazan hewl dan destkeftiyên ku YPJ’ê di şoreşa Rojava de bi dest xistine, têk bibin. YPJ’ê diyar kir dewleta Tirk ji bo armanca xwe pêk bîne rojane sûcên hovane dike, mafên mirovan û qanûnên navneteweyî binpê dike, li herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişî zarok, jin û kal û pîran dike.

YPJ’ê diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî jinan û zarokan di girtîgehên xwe de sûcên dermirovî pêk tînin. Malbatên wan şantaj dikin da ku fîdyeyan bidin.

YPJ’ê kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî yên koçberkirin, guhertina demografiyê, desteserkirina milkên şêniyên resen û bicihkirina kesên biyanî li şûna wan, bi sûcên şer û binpêkirina mafên mirovan bi nav kir.

YPJ’ê destnîşan kir ku bêdengiya civata navneteweyî derfetê dide dewleta Tirk û komên çekdar ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî sûcên hovane bikin. Her wiha piştrast kir ku ruxmî ku ev sûc ji aliyê rêxistinên navneteweyî ve hatine belgekirin, di serî de di raporên Komîteya Lêpirsînê ya NY’yê de, lê bêdengiya saziyan wan didome.

YPJ’ê di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû gelan û jinan kir ku ji bo ku mafên xwe bi dest bixin, têkoşîn û berxwedanê mezin bikin. Her wiha bang li civata navneteweyî û rêxistinên navneteweyî yên têkildar, di serî de NY kir ku rewşa mafên mirovan bişopînin, erkên xwe bînin cih da ku aştî û edalet di nava gel û neteweyan de pêk were, dagirkeriya Tirk a li ser Sûriyeyê bi dawî bibe û sûcdar werin darizandin.”