YPG: Rizgarkirina Reqayê bû şerekî dîrokî yê berxwedanê

Fermandariya Giştî ya YPG’ê têkildarî salvegera rizgarkirina Reqayê daxuyanî da û wiha got; “Azadkirina Reqayê ne bi tenê li herêmê, di heman demê de di qada navneteweyî de jî di şerê berxwedana gelan de jî bandoreke domînoyê kir û bû pêngaveke mezin.”

Fermandariya Giştî ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî yekemîn salvegera rizgarkirina Reqayê pîroz kir.

Daxuyanî wiha ye;

“Sala 2017'an bajarê Bakurê Sûriyeyê Reqa bi berxwedanekê mezin ji destê çeteyên DAIŞ'ê hat xilaskirin. Em salvegera azadkirina Reqayê destpêkê li gelê xwe yê Rojava û Bakurê Sûriyeyê û li hemû mirovahiyê pîroz dikin. Em di vê salvegerê de careke din şehîdên xwe yên qehreman bi bîr tînin yên ku bûne mîmarê serkeftina pêngava rizgarkirina Reqayê. Hêzên Sûriyeya Demokratîk, YPG û YPJ bi berxwedana xwe ya zêdetirî salekê kêlî bi kêlî ev bajar rizgar kir ê ku çeteyên DAIŞ'ê ji xwe re weke paytext îlan kiribûn. Di vî şerê berxwedanê de ew hişmendiya jirêderketî û paşwerû têk çû.

Çeteyên DAIŞ'ê ku di sala 2014'an de di serî de li Rojavayê Kurdistanê, li Iraq û Sûriyeyê çi dera ku ketinê û dagir kirin li wê derê hemû cure zext û êşkence li jinan, li zarokan, li bîr û baweriyan û li xelkê herêmê kirin. Ev çete di serî de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û gelek hêzên navneteweyî jî alîkarî werdigirt. Wê bi vî awayî dixwest her tim xwe li ser piyan bigire. Bi vê alîkariya hanê jî li Sûriye û Iraqê li wan deverên stratejîk xwest xwe tehkîm bike, xwe bike qewet û li Rojhilata Navîn bibe hêzeke diyarker. Bi vî aliyê xwe ve azadkirina Reqayê bi tenê derbe li DAIŞ'ê nexist di heman demê de derbe li alîkarên DAIŞ'ê jî xist. Derbê li wan hêzan xist ku di ser DAIŞ'ê de wan jî dixwest li herêmê zêdetir xwe bi cih bikin.

Azadkirina Reqayê ne bi tenê li herêmê di heman demê de di qada navnetewî de jî di şerê berxwedana gelan de jî bandoreke domînoyê kir û bû pêngaveke mezin. Ev pêngava ku hêza jinan YPJ û Yekîtiya Jinên Şengalê YJŞ'ê pêşengî jê re kir, bi xelaskirina gelê herêmê û jinên Êzidî yên di destê DAIŞ'ê de bi serkeftî bi encam bû. Bi azadiya Reqayê re wê hişmendiya ku jinan tine dihesibîne û wan biçûk dixe hat şikandin û li şûna wê jî hişmendiya civaka azad bi îstîkrar hat danîn.

Bi azadkirina Reqayê re hevsengiya siyaseta li herêmê jî bi carekê guherî. Azadiya Reqayê û têkçûna DAIŞ'ê hin derdor jî aciz kir. Ew derdorên hanê ji bo destkeftiyên Kurdan tine bikin plana êrîşeke nû xistin dewrê. Rojek beriya Reqa were azadkirin Kerkuk û gelek deverên başûrê welat ku derbasî Iraqê hat kirin jî mirov dikare weke mînak nîşan bide. Dewleta Tirk a dagirker bi salan dixwest li Rojava bibe hakim û çeteyan dida êrîşkirin, piştî şikestina DAIŞ'ê ew bi xwe daket qadê. Dagirkirina Efrînê û deverên din ên Bakurê Sûriyeyê helbet girêdana xwe bi têkçûna çeteyan a li Reqayê heye.

Pêngava azadkirina Reqayê li herêmê ji bo serwerkirina aramiyê jî ruhekî mezin derxist holê. Em hêzên xwe yên di nav QSD, YPG û YPJ'ê de tev li vê pêngavê bûn silav dikin û careke din em şehîdên xwe bi minet bi bîr tînin.”