Konferansa ‘Pirsgirêka Kurd û Geşedanên li Rojhilata Navîn’ destpê kir
Li Atînayê konferansa ‘Pirsgirêka Kurd û Geşedanên li Rojhilata Navîn’ destpê kir. Axaftina vekirinê ji aliyê Hevserokê PYD’yê Xerîb Hiso ve hat kirin.
Li Atînayê konferansa ‘Pirsgirêka Kurd û Geşedanên li Rojhilata Navîn’ destpê kir. Axaftina vekirinê ji aliyê Hevserokê PYD’yê Xerîb Hiso ve hat kirin.
Konferansa bi navê “Pirsgirêka Kurd û Geşedanên li Rojhilata Navîn” ku ji aliyê Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn û Îslamê ve li paytexta Yewnanîstan Atînayê hat birêxistinkirin, destpê kir.
Di konferansê de Hevserokê PYD'ê Xerîb Hiso, Hevseroka Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed, Hevseroka Buroya Têkiliyên Dîplomasî ya PYD'ê Sema Begdaş, akademîsyen, siyasetmedar û rojnamevan amade bûn.
Hevserokê PYD'ê Xerîb Hiso, di axaftina xwe ya vekirinê de êrîşên rejîma Baasê û çeteyên DAÎŞ’ê bibîr xist û diyar kir ku sûcên şer û êrîşên dewleta Tirk dewam dikin. Hiso, anî ziman ku çeteyên mîna El Nûsra bi rêya HTŞ'ê desthilatdarî bi dest xistine û da zanîn ku di nava rejîmê de gelek çete hene û got Tirkiye bi awayekî vekirî piştgirî dide van çeteyan. Hiso got, “Armanca sereke têkbirina projeya me ya demokratîk e.”
Hiso, da zanîn ku ew pergaleke demokratîk a ku tê de mafên gelê Kurd bê naskirin dixwazin û ji ber piştgiriya gelê Yewnan spasiya xwe kir.
Di tevahiya rojê de wê sê rûniştin û du axaftinên sereke werin kirin.
Di rûniştina yekemîn de wê rewşa heyî ya Kurdên li Sûriyeyê bê nirxandin. Rûniştin wê bi moderatoriya Zekîa Aqra pêk were. Di nav axaftvanan de profesor Sotiris Roussos ji Zanîngeha Peloponnese, Alîkarê Profesor Antonis Deriziotis ji Zanîngeha Neteweyî û Kapodistrian a Atînayê û akademîsyen Katia Zagoritou hene.
Piştî navbera nîvro Wezîrê Karên Derve yê Yewnanîstanê yê berê Nikos Kotzias dê di saet 12:00'an de axaftineke sereke bike.
Di rûniştina duyemîn de wê pêşkêşiyên li ser danasîna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava û bandora Rêber Apo ya li ser herêmê bên kirin. Di rûniştina bi moderatoriya Ioannis Albanis de, rojnamevan Stavros Lygeros, Petros Papakonstantinou, ji zanîngeha Hewlêrê doçent Thomas Schmîdînger ji Zanîngeha George Washingtonê jî profesor Amy Austin Holmes wê axaftin bikin.
Piştî wê hevseroka Beşa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îlham Ehmed dê axaftinekê bike.
Di rûniştina dawî de jî wê hêzên herêmî û pirsgirêka Kurd bên nîqaşkirin. Profesor Konstantinos Filis, hîndekara Zanîngeha Lefkoşa Stavros Drakoularakos û akademîsyenê Zanîngeha Leipzigê Kamal Chomani dê beşdarî rûniştina bi moderatoriya Sotiris Roussos bibin.
Konferans dê bi axaftina girtinê ya Hevseroka Ofîsa Têkiliyên Dîplomatîk a PYD'ê Sema Begdaş bi dawî bibe.