YPG li Efrînê li dagirkeran dide: 15 leşker û çeteyên Tirk mirin

Çalakiyên şervanên YPG/YPJ'ê yên li Efrînê di çarçoveya qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de tên kirin, didomin. YPG'ê diyar kir ku di nava 9 rojan de 15 leşker û çeteyên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser çalakiyên şervanên YPG/YPJ'ê yên rojên dawî li Efrînê hatine kirin daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji 29'ê Nîsanê heta 8'ê Gulanê gelek çalakî li dijî dagirkeran hatine kirin û di encamê de 15 leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin, 5 çete û leşker jî birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniyê, encamên çalakiyan wiha ye:

"29'ê Nîsanê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li herêma navçeya Mabeta û hawirdorê wê operasyoneke berfireh lidar xistin. Operasyon bê encam ma û paş de vegeriyan.

30'ê Nîsanê li herêma navbera gundên Kefermezrê û Meraskê yên girêdayî navçeya Şerayê di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker de şerekî demkurt qewimî. Di encam de leşkerekî artêşa Tirk a dagirker hate kuştin, du çeteyên artêşa dagirker jî birîndar bûn.

3'ê Gulanê hêzên me li taxa Mehmûdiyê li yekîneyên artêşa Tirk a dagirker xistin. Herî kêm leşkerekî Tirk hate kuştin, 2 jî birîndar bûn.

5'ê Gulanê li ser Çiyayê Hawarê artêşa Tirk a dagirker 3 êrîşên hewayî pêk anî, lê encamek ji van êrîşan negirt.

5'ê Gulanê hêzên me li herêma navbera gundên Basûfanê û Behiyê yên navçeya Şêrawayê kemînek danîn ber çeteyên artêşa dagirker. Di encama çalakiyê de di hundirê seyareyeke leşkerî de 4 çeteyên Ehrar Şerqiyye û leşkerekî artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa dagirker tevî çeteyên xwe êrîşî niştecihên gundên herêmê kir.

5'ê Gulanê li navenda navçeya Cindirêsê li hember çeteyên Ehrar Şerqiyye çalakiyek hate lidar xistin û di encam de 3 çete hatin kuştin. 2 çeteyên ku navên wan hatin zelalkirin:  Elî Elderî û Mistefa el-Xelîl in.

6'ê Gulanê artêşa Tirk a dagirker bi çeteyên xwe li derdora bajarê Efrînê operasyonek lidar xist. Di nav operasyonê de 5 welatiyên Efrînê ku di nav de jin û zarok jî hene, ji alî çeteyan ve hatin revandin.

8'ê Gulanê, hêzên me li hember Tumena 23. ya li ser rêya di navbera Cindirêsê û gundê Hemamê de ye çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiyê de 4 çeteyên artêşa dagirker hatin kuştin, çeteyek jî brîndar bû. Hate zelal kirin ku ji çeteyên hatine kuştin yek bi navê Xelîl Sahîd ku ji Xaba ye, Mihemed Abdul Casim jî ji Seraqîba Idlîbê ye. Her wiha çeteyê ku birîndar xelas bû jî li nexweşxaneya leşkerî ya li navçeya Cindirêsê tê derman kirin û rewşa wî giran e. Dîsa di heman rojê de li derdorê gundê Dêrbelûtê leşkerekî artêşa Tirk a dagirker di encama sûîqestê de hate kuştin.

HEJMARA KUŞTIYÊN ARTÊŞA TIRK Û ÇETEYÊN BÛ 2436

Di encama çalakiyan de li herêma Efrînê di nava 9 rojan de 15 leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, bi qasî ku hat zelalkirin 5 çete û leşker jî birîndar bûn. Bi vî awayî hejmara kuştiyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka êrîşên dewleta dagirker heya niha bû 2436."