YPG’ê şervanê xwe Zekeriya Silêyman bibîr anî
YPG’ê, şervanê xwe Zekeriya Silêyman bi nasnav Zekeriya Efrîn ku 18’ê Hezîrana 2019’an di encama krîza dil de şehîd bûye, bibîr anî.
YPG’ê, şervanê xwe Zekeriya Silêyman bi nasnav Zekeriya Efrîn ku 18’ê Hezîrana 2019’an di encama krîza dil de şehîd bûye, bibîr anî.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyek nivîskî, nasnameya şervanê YPG’ê Zekeriya Silêyman (Zekeriya Efrîn) ku 18’ê Hezîrana 2019’an, di encama krîza dil de şehîd bûye bibîr anî û got: “Em di şexsê hevrêyê xwe Zekeriya Efrîn de hemû şehîden xwe yên leheng bi rêzdarî bibîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û ji hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”
YPG’ê di dewama daxuyaniya xwe de ev got:
“Hevrêyê me Zekeriya Efrîn dema ku li ser erka xwe bû, 18'ê Hezîranê di encama qrîza dil de şehîd ket.
hevrê Zekeriya di malbateke welatparêz a Efrînî de hate dinyayê. Di demeke ku li dijî Rojava û Bakurê Sûriyê êrîş çêdibûn de tevlî refên YPG’ê bûye. Hevrê Zekeriya ku bi cewhera fedakar û kedkar a gelê me xwe ava kir. Ji roja yekemîn a ku di nav şervanan de cihê xwe girt û ta niha her erka ku girt ser milên xwe bi azwerî nêz bû. Di demeke kurt de bû şervanek xurt yê berxwedêr.”
Nasnameya şervanê YPG’ê yê şehîd bûye wiha ye:
Nasnav: Zekeriya Efrîn
Nav û Paşnav: Zekeriya Silêyman
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Ezîz
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Heleb- 18’ê Hezîrana 2019