YPG'ê nasnameya şehîdekî xwe yê enternasyonal eşkere kir
YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir şervanê enteryonalîst Olîver Hall (Canşêr Zagros) ê Brîtanî şehîd bûye û sersaxî da malbatê. YPG'ê diyar kir ku ew ê dilsozê bîranîna Zagros bin.
YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir şervanê enteryonalîst Olîver Hall (Canşêr Zagros) ê Brîtanî şehîd bûye û sersaxî da malbatê. YPG'ê diyar kir ku ew ê dilsozê bîranîna Zagros bin.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe weşand û ragihand ku şervanê wan ê Brîtanî Olîver Hall (cansêr Zagros) li Reqayê di dema paqijkirina bajêr ji mayinan, şehîd bûye.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Piştî bidawîbûna pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê, xebatên paqijiyê yên ku di bajar de hatibûn destpêkirin bênavber didomin. Li her aliyên bajêr, ku DAIŞ'ê ji xwe re weke paytext îlan kiribû, sedan mayin û xefkên teqemenî hatine bicihkirin. Lewra xebatên paqijiyê bi baldariyeke mezin tên kirin."
YPG'ê diyar kir ku ji bo şêniyên herêmê bi rengekî ewle li cih û warên xwe vegerin, şervanên wan bi fedakariyeke mezin dixebitin û wiha dewam kir: "25'ê Mijdara 2017'an, dema bi erka paqijkirina mayinan ve radibû hevrêyê me Canşêr Zagros (Oliver Hall) ji ber teqîna mayinekê de şehîd bû.
Canşêr Zagros di dema operasyona rizgarkirina bajarê Reqayê de, ji Brîtanya tevlî refên azadiyê bû û bi rengekî çalak cihê xwe di nava pêngavê de girt. Weke gelek şehîdên Enternasyonalîst ên ku di pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê de şehîd bûne, hevrê Canşêr jî bi mehan bi armanca pêkanîna berpirsiyartiyên xwe bû xwedî ked û fedakariyeke mezin."
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Em bi navê YPG û YPJ'ê, di şexsê hevrê Canşêr de hemû şehîdên Enternasyonalîst bi minetdarî bi bîr tînin, careke din soz didin ku em ê bi bîranîna wan re dilsoz bin û ji malbata Şehîd Canşêr re sersaxiyê dixwazin."
Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîd Canşêr wiha ye:
Nav û Paşnav: Oliver Hall
Navê Rast: Canşêr Zagros
Navê Dayîkê: Jane
Navê Bav: Colin
Cihê ji Dayîkbûnê: Gosport, Brîtanya – 28.10.1993
Cîh û Dîroka Şehadetê: Reqa – 25'ê Mijdara 2017