BI DÎMEN

'Hevalê Fûat PKK di çarçoveya jinê de nirxand û jin timî weke pêşeng dît' - NÛ BÛ

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî diyar kir ku Alî Haydar Kaytan PKK di çarçoveya jinê de dinirxand, di çareseriya pirsgirêkên civakî û veguherîna rastiya civakî de jî timî jin ji xwe re weke pêşeng didît.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî ku ji sala 1979'an û vir ve bi yek ji damezrînerên PKK'ê Alî Haydar Kaytan re di heman rêyê de meşiya û herî dawî heman wezîfe kir, qala têkoşîna bê eman, bê navber û meşa li ser rêya azadiyê ya Alî Haydar Kaytan kir:

"Şehadeta hevalê Fûat bêguman civata rêxistinî hemû hejand. Di serî de Rêberê me, bila serê gelê Kurdistanê, jinên Kurd, civata me ya partiyê, rêxistina me û dostên gelê Kurd sax be.

Hevalê Fûat hevrêyekî me bû ku hîn ji destpêkê ve bi Rêbertî re meşiya û hevrêtî jê re kir. Hevalê Fûat yek ji hevrêyên destpêkê yên PKK'ê bû, yek ji kesên destpêkê tevlî PKK'ê bû bû. Di dema komê de tevlî bû, hevrêtiya destpêkê di vê têkoşînê de ji Rêbertî re kir û bi temamî bê teredût bi Rêbertî re li ser vê rêyê meşiya, heta dawiyê dilsozê Rêbertî bû, asteke bilind a îdîayê nîşan da û bû yek ji pêşengên vê têkoşînê û rêberên damerîner.

Bila gelê me bi vê zanibe; dema ku PKK'ê dest bi têkoşînê kir, gava ku Rêberê me û 10-12 hevalên li dora wî dest bi vê rêwîtiyê kirin, zanîbûn ku di nava vî karî de şehadet heye, lê belê zanîbûn ku van şehadetan veguherînin hêza têkoşînê. Şehadeta her hevrêyên me li gel êşa giran bû çavkaniya hêzê ya bingehîn a vê tevgerê. Lewma Rêbertî got, 'PKK partiya şehîdan e'. Û yek ji hevalên ku ev yek timî dianî ziman û bi kadroyan dida fêhmkirin hevalê Fûat bû.

Weke hevalekî ku jiyan bi xurtî radixist pêş çavan, mirin û şehadet weke parçeyekî ji jiyanê didît, dianî ziman ku ya girîng wateya ji aliyê hevrêyan ve hatiye afirandin e, di destpêka tevgerê de weke damezrînerekî di vê rêyê de meşiya. Bê rawestandin têkoşîn meşand.

Şehadeta hevalê Fûat bêguman ji bo rêxistina me, ji bo gelê me windahiyeke gelekî mezin e. Lê belê bila hevrêyên me hemû, gelê me, jinên Kurd û dostên me zanibin ku hevalê Fûat ji aliyê fîzîkî ve ji nava me çû be jî nirxên di nava vê rêxistinê de afirandiye, wateya ku ava kiriye, têkoşîna ku derxistiye holê û xeta wî, heta ku em bijîn û têbikoşin wê dewam bike. Û wê hîn mezin bibe, bibe xwedî wate û çavkaniya hêzê ya bingehîn a vê tevgerê.

'RASTIYA RÊBERTÎ FÊHM KIR Û BI VÎ RENGÎ TEVLÎ BÛ'

Hevrêtiya hevalê Fûat a bi Rêbertî re, meşa wî ya bi Rêbertî re ne meşeke ji rêzê bû. Ji bo heta mirinê bi Rêbertî re bimeşe, Rêbertî temam bike tevlî xeta polîtîk, îdeolojîk a Rêbertî bû. Bi hişmendî û bawerî tevlî bû. Ne bi nêzîkatiyeke hestewarî, lê bi fêhmkirina rastiya Rêbertî tevlî bû û ev rastî da fêhmkirin. Ji bo bibe hevrêyekî rast ê Rêbertî têkoşiya. Û bi rastî jî hem dema sax bû hem jî bi şehadeta xwe ev yek pêk anî.

Bi taybetî di pêvajoya komployê de bi dîlgirtina Rêberê me ya bi fîzîkî, ji bo bandora li ser hevrê û gelê me kêm bike, ji bo bibe hevrêyekî rast ê Rêbertî bi hemû hêza xwe xebitî. Ji aliyê felsefî, îdeolojîk û polîtîk ve ji aliyê bicihanîna asta taktîkî, rêxistinî, stratejîk û fikrî yên Rêbertî ve di nava kadro de bi hemû hêza xwe xebitî.

'BI SEDAN, BI HEZARAN KADRO PERWERDE KIR'

Wekî din ji aliyê fêhmkirina Rêbertî, bicihanîna Rêbertî bi eşqê, danasîna Rêbertî ji bo gelên cîhanê, fêhmkirina Rêbertî li nava hevalên nû tevlî bûn, fêhmkirina paradîgmaya Rêbertî û avakirina wê ve bi sedan, bi hezaran kadro perwerde kir, amade kir. Taybetmendiya bingehîn a hevalê Fûat ew bû ku timî qala Rêbertî dikir, ji bo Rêbertî rast bê fêhmkirin û kadro li ser bingeheke rast ava bibe, hewl da.

Dikarim bibêjim ku bû ew mirov ku fikr, hestên Rêbertî, pêşketina diyalektîk a Rêbertî, guherîn û veguherîn herî zêde şopand, fêhm kir, ev guherîn kêlî bi kêlî pejirand, di asta eşqê de jiya, her kêliya xwe bi perwerdeyê derbas kir, bi rêya sohbet û nîqaşê Rêbertî gihand her kêliya têkoşînê. Lewma ji destpêkê ve têkiliya hevrê Fûat a bi Rêbertî re gelekî hevrêtî bû, ji bo fêhmmkirin û bicihanînê bû.

Bi hîskirina Rêbertî, bi fêhmkirina her gotin û pênaseya wî, hewl da vê yekê bi cih bîne. Lewma bû ew hevrê û bi Rêbertî re hevrêtiyeke rast kir, rast tevlî nava xeta Rêbertî bû û heta dawiyê bi Rêbertî re meşiya.

Nêzîkatî û tevlîbûna hevalê Fûat a li rastiya Rêbertî bi hevokekê, bi pênaseyekê nikare bê vegotin. Gelek aliyên felsefîk û îdeolojîk ên vê yekê hene. Gelek aliyên wê yên vegotina rastî û heqîqeta Rêbertî hene. Aliyên xwe yên dîrokî, civakî hene. Lewma dikarim vê bibêjim. Ji aliyê fêhmkirina paradîgmaya Rêbertî ve hemû parêznameyên Rêbertî -min bi xwe şahidî jê re kir û wî bi xwe jî gotibû- 30 caran xwend. Zanim ku hin beşên wê bi sedan carî xwend. Her cara dixwend jî kelecanî bû, tiştên nû yên Rêbertî keşif kir, bi xurtî wate dida û bi wateya rastî ya Rêbertî dihesiya.

'BI RÊBERTÎ RE BÛ HEVRÊYÊ RAST'

Rêberê me ji bo hevalê fûat ev gotibû: 'Yê ku herî zêde min fêhm bike, dikare min fêhm bike hevalê Fûat e'. Û Rêbertî ji hevalê Fûat re gotibû, 'Dikare bi navê min tevbigere, bi navê min dikare biaxive, helwestê nîşan bide'.

Ji xwe weke endamekî damezrîner ê vê tevgerê û weke hevrêyekî ku herî dawî di nava serokatiya giştî de bû, ew erk, berpirsyarî û wezîfeya wî hebû. Lê belê ji wê jî wêdetir her kêlî bi Rêbertî re jiya; heta kêliya xwe ya dawî ya şehadetê. Hewl da hêjayî Rêbertî bibe. Di vê mijarê de timî Rêbertî ji xwe re kir esas û da ser şopa wî.

Di civînên xwe yên rêxistinê de dema ku me nîqaş dikir, pêvajoyên stratejîk ên girîng dinirxand, digot 'Gelo Rêbertî amade bûya wê çi bigota? Nêzîkatî, nêrîn, tespîtên Rêbertî yên li ser vê mijarê wê çi bûya?' û bi vî rengî lê dinihêrî, hewl dida Rêbertî fêhm bike, gotinên ku Rêbertî dikarin bibêjin hîs dikir, li gorî vê helwest nîşan dida, di asta stratejîk, îdeolojîk û felsefî de analîzên xurt ên civakî û dîrokî dikir.

Ji ber vê yekê dikarim bibêjim ku hevrêtiyeke rast bi Rêbertî re kir.

Rêbertî di noteke hevdîtinê de ji bo hevalê Fûat got, "Bila li ser dîroka Rojhilata Navîn kûr bibe û binivîsîne." Hem ji aliyê dîrokî, civakî bi taybetî jî baweriyên li Rojhilata Navîn, he jî li ser rastiya mirovên zanyar ên ji Rojhilata Navîn rabû, nîşandana rastiya wan perspektîfek dabû hevalê Fûat. Piştî vê gotina Rêbertî hevalê Fûat li ser dîrok û rastiya civakî ya Rojhilata Navîn, çar parçeyên Kurdistanê û rastiya Dersimê gelekî kûr bû û lêkolîn kir.

Hevalê Fûat dîroka mirovahiyê her tim nirxand. Avabûna mirovahiya destpêkê, dema neolîtîk, jiyana xwezayî ya mirovahiyê ya piştre, jiyana li dora jinê, jiyana dûrî ji hiyerarşiya civakî û ya li dora çanda xwedawendiyê bi berfirehî lêkolîn kir. Piştre lêkolîn kir bê çima vê jiyanê derb xwar? Avabûna hiyerarşiyê, avabûna netewe dewletan û rastiya Sumeran, rastiya dewletê ya ji rahîbên Sumerê heta niha bi berfirehî lêkolîn kir. Û taybetmendiyeke xwe ya welê hebû ku taybetmendiyên bingehîn ên civaka Rojhilata Navîn radixist pêş çavan, rewşa wê ya çandî, feslefî ya xwezayî, mîtolojîk, ji her alî ve lêkolîn kir û nîşan da.

Hevalê Fûat aliyê felsefî û exlaqî, avaniya sosyolojîk a li çar parçeyên Kurdistanê, berxwedan, raperîna gelê Kurd, rastiya wê ya civakî lêkolîn kir. Gelê Rojhilata Navîn, gelê Kurdistanê li ku winda kir, çima winda kir û ji bo dawî li vê yekê bîne divê PKK çi bike? TêkildarÎ van mijaran Rêbertî bi kûrahî lêkolîn kir û rastiya civakî nîşan da.

'LI SER ALIYÊN XWESER Û BINGEHÎN ÊN ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ SERWER BÛ'

Hevalê Fûat li ser aliyên bingehîn ên çar parçeyên Kurdistanê û xweseriyên wê gelekî serwer bû. Mînak li ser rastiya Bakur, rastiya gelê Bakur, berxwedan, avaniya wê ya sosyolojîk, li gel vê yekê aliyên xwe yên ku bandor lê kir, aliyên wê yên berxwedanê serwer bû. Hem ji bo Bakur hem jî ji bo Rojava, Başûr û Rojhilat jî bi heman rengî bû.

Li çar parçeyên Kurdistanê kiryarên çar dewletên mêtinger li ser gelê Kurd, rewşa sosyolojîk û psîkolojîk a ji ber vê yekê afirî. Li Kurdistanê nokeriya di nava Kurdan de hate afirandin... Em çawa dikarin van ji holê rakin, destwerdana li vê yekê divê çawa be. Analîzên herî xurt û tespîtên herî xurt ên îdeolojîk ji bilî Rêbertî ji aliyê hevalê Fûat ve li ser van mijaran hate kirin. Di talîmatên xwe de, di gotarên xwe de, di perwerde û civînan de timî ev mijar dixist rojevê û helwesteke welê nîşan da ku di vê çarçoveyê de biryar bêne wergirtin.

Hevalê Fûat rastiyeke welê îfade dikir ku di nava endamên damezrîner ên PKK'ê de jî di nava kadroyan de jî rastiya civakî ya Rojhilata Navîn ji her alî ve lêkolîn kir, raxist pêş çavan, li gel vê yekê rastiya civakî û dîroka Kurdan bi aliyên gelekî xurt lêkolîn kir, bi rêxistinê û kadroyan da fêhmkirin.

Li gel vê yekê rastiya Dersimê jî gelekî nirxand. Ji xwe nirxandinên Rêberê me yên di vê mijarê de hebûn û tespîtên gelekî xurt kir. Rêbertî carekê dema çû Dersimê, dema cografya û civaka Dersimê dît got, 'Ev cografya, ev gel divê teqez bê azadkirin'. Ev yek li gel hevalê Fûat got. Hêja ye ku mirov di her astê de xwe fedayî vî gelî bikin.

BIRYARA MEŞA LI GEL RÊBERTÎ DABÛ

Hevrê Fûat wê demê biryara meşa li gel Rêbertî dabû, lê belê ji aliyek ve malbat nerazîbû. Rojek ji rojên Cejna Qûrbanê bû, bavê wî ji bo serjêkirinê mîhek tîne. Ji hevrê Fûat re dibêje, “Ez ê îro vê mîhê bikim qûrban, ji bo ku tiştek li te neyê.” Hevrê Fûat jî ji bavê xwe re dibêje, “Ez ê du tiştan ji te bixwaz im. Yek tunê vê mîhê îro li vir neke qûrban, ya duyem jî ewqas zarokên te hene, bila hemû yên te bin. Lê min azad berde. Ez dikarim der barê xwe de biryar bidim û pêk bînim.’ Bavê wî ewil tiştek nabêje û qebûl dike. Wê mîhê jî serjênake. Ji wî re dibêje ‘tu çi biryar bide ez ê hurmetê li biryarên te bigirim.’ Piştî vê meşa hevrê Fûat ya li gel Rêbertî destpê dike.

Rêbertî dema ku li ser rastiya civakî radiweste, her tim bi awayekî taybet Dersim destnîşan dike. Bi vê yekê re hevrê Fûat jî li ser rastiya Dersimê lêhûr dibe. Serhildan, komkujî û tevkujiyên li Dersimê lêkolîn dike. Di têkoşîna me ya îro de yê ku herî zêde li ser vê mijarê rawestiya û vê hişmendiyê dike malê hêza rêxistinê, yê ku pirsa ka ev komkujî çawa hatiye kirin û em ê çawa pêşî li vê bigirin’ dipirsî, dîsa rêheval Fûat bû.

Heval Fûat pêkhateya civakî ya Dersimê bi kûrahî nirxand û ev rastî bi hêzeke xurt nîşanî gelê Dersimê da. Ew asta hişyariya gel bilind kir; hişt ku ew hem pozîsyona xwe ya dîrokî û hem jî ya îroyîn rast fêm bike. Rola heval Fûat a ji bo derbaskirina şikestina îradî ya di nava gelên ku ji komkujiya Dersimê rizgar bûne de mabû, gelekî diyarker bû. Di pêvajoya ku gelê Dersimê bi gotina “Ez jî heme” xwedî li nasnameya xwe derbikeve û ji bo parastina hebûna xwe têbikoşe, keda heval Fûat xwedî girîngiyeke jiyanî ye.

Lê belê bandora heval Fûat a li ser gel û ciwanên Dersimê xwedî cewhereke dîrokî ye. Rola wî di beşdarbûna bi sedan, bi hezaran jin û mêrên ciwan ên Tevgera Dersimê de diyarker bû. Min ji gelek hevalan dibihîst; Nivîsên heval Fûat xwendine, ji ramanên wî bandor bûne û tevlî têkoşînê bûne. Nivîsên heval Fûat bi taybetî yên li ser Dersimê di nav gelek kesan de dengek kûr veda. Hevrêyên ku tevlî bûne digotin, ‘Divê em jî cihê xwe di nava vê têkoşînê de bigirin, tola gelê Dersimê hildin û divê gelê Dersimê nasnameya xwe ya azad bi dest bixe.’

Eger îro gelê Dersimê têkoşîneke xurt dimeşîne, helwesteke xurt nîşan dide, rûmet û nasnameya xwe diparêze, bêguman ev yek rasterast bi rol û berpirsyariya dîrokî ya heval Fûat ve girêdayî ye.

NÊZÎKATIYA WÎ YA LI HEMBER JINÊ

Yek ji gotinên ku heval Fûat gelek caran digot ev bû, "Nêzîkatiya li rastiya PKK'ê nêzîkatiya jinê ye. Kî rast nêzî jinê dibe, rast nêzî PKK'ê jî dibe. Eger rast nêzî jinan nebe, ev tê wê wateyê ku ew rast nêzî PKK'ê nabe." Nirxandin û tesbîtên wî yên wisa kûr hebûn.

Heval Fûat ji destpêkê ve nêzîkatiya xwe li hember jinan bi eleqeyek mezin û hesasiyet berdewam kir. Di nava lêgerîn û hişmendiya naskirina xwezaya jinê de, hîskirina wê û pê re rêhevaltiyek rast kirin de bû her tim. Jin di felsefeya wî de avahiyek bingehîn bû; Ev yek ne tenê di asta rewşenbîrî de, di jiyana wî û hemû têkiliyên wî de jî bi awayekî zelal xwe nîşan da. Nêzîkatiya xeta jina azad a ku ji aliyê Rêbertiyê ve hatiye diyarkirin jî li ser vê bingehê ava bûye. Wî ne tenê ev xet di kesayeta xwe de ava kir; Di heman demê de bi kûrbûna di vê xetê de bû hilgirê lêgerîn, hewldan û felsefeyek ku vê rastiyê bi rêhevalên xwe dide fêmkirin.

PIŞTGIRÎ DA PARTÎBÛNA JINÊ

Mîna hevrêyekî ku pê re xebitîm û ji nêz ve nas dikim, ez dikarim bi zelalî bibêjim ku nêzîkatiya heval Fûat a li hemberî jinê gelekî watedar, xwedî pîvan, kûr û xwezayî bû. Bi jinan re rêhevaltiya rast saz dikir, nirx dida ramanên jin û vê yekê parve dikir. Helwestek wî hebû ku bi baldarî li gotinên her hevalek jin guhdarî dikir, watedar û girîng didît. Hem ji aliyê îdeolojîk û hem jî ji aliyê felsefî ve nêzî jinan bû û cih û rola wê ya di şoreşa me de bi awayekî zelal fêm kir.

Yek ji mînakên ku vê yekê herî baş nîşan dide di kongreya 6’emîn de pêk hat. Dema ku me mijara avakirina partiya jinan anî rojevê, hinek hevalên mêr nîqaşên, "Gelo di nava PKK'ê de partiya jinan dibe? Ma di nava partiyê de partiyeke din dibe?"dikir. Yên ku digotin nabe jî hebûn. Wê demê hevrê Fûat rabû û wisa got:

"Em dua bikin ku Rêbertî PKK'ê ji destên me negire û nede jinan. Partiya PKK’ê û îdeolojiya wê êdî di navendê jinê de ye. Rêbertî jî li ser vê bingehê nêzîk dibe. Lewma PKK’ê tevgereke di navendê jinê de ye. Ji ber vê jî di nava PKK'ê de hebûna partiyeke jin xwezayî ye û divê bibe jî. Ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî û azadkirina jin û mêr, partiya jinê teqez hewce dike.”

Hevrê Fûat ne tenê piştgirî da, baweriya wî ya teqez divê partîbûna jinê bê parastin hebû û hewldaneke mezin raber kir. Ji destpêkê ve PKK’ê di eksena jinê de didît, perspektîfek wî yên mîna jin di çareseriya pirsgirêkên civakî û veguherîna rastiya civakî de weke hêza pêşeng dît hebû. Azadiya jinê ne tenê ji bo azadiya takekesî, di heman demê de weke azadiya civakî jî digirt destan. Di navbera vê rizgarî û civakîbûnê de têkiliyeke xurt ava kir. Heval Fûat ê ku prensîba “Heta jin azad nebe civak azad nabe” ji kûr ve girt destan û bi vê hişmendiyê tevdigeriya, têkiliya îdeolojîk, felsefî û diyalektîkî ya jin û civakê bi zelalî derxist holê.

‘DI ŞEXSÊ XWE DE MÊRTÎ Û DESTHILATDARÎ KUŞTIBÛ’

Dema Rêbertî weke mêrekî bi rastî jî yek ji pîvanên esas ê sosyalîzmê weke ‘kuştina mêrtiyê’ diyar kirî, heval Fuat tenê di aliyê teorîk û felsefîk de nêzî vê nebû. Xwe fêm kir û li ser feraseta berpirsyariya xwezayî ya ku mêrtî û desthilatdariyê dikuje û desthilatdarî û rêvebertiyê ji hev cuda dike, tevgeriya.

Lewma hevrêyek me bû yê ku mêrtî û desthilatdarî di şexsê xwe de kuştî, ev pir baş fêm kir û kesayeta sosyalîst û demokratîk di xwe de da rûnişkandin; li ser vê esasê pir rast bi jinê re ket nav peywendiyê, wate fêm kir û hevrêtiya rast kir. Ji destpêkê ve jî di vê mijarê de Rêbertî şopand, hewl da nêzîkatiya wî ya li beramber jinê fêm bike û ji bo xwe jî esas girt.

Ez dixwazim mînakek din bidim: Heval Fuat beşdarî Kongreya 5’an a PKK’ê nebûbû, lê bi rapora xwe beşdar bû. Di rapora xwe de dema piştî bi salan Rêbertî dît guhertina di Rêbertî de anî ziman, nivîsandibû ku yek ji guhertinên herî esas nirxandinên Rêbertî yên derbarê jinê û rolê dayî jinê bû, matmayî mabû. Li ser vê yekê pir lêhêrbûn kir, encamên derketî li ser rapora xwe zêde kiribû. Diyar kiribû ku aliyê esas ê guhertina di Rêbertî de dîtî, nêzîkatiya li hember jinê bû.

TÊKILIYA DI NAVBERA RÊBERTÎ Û HEVAL FUAT DE

Heval Fuat heya sala 94’an min dizanî, lê timî min xiyabî nas dikir. Di 94’an de me li qada Rêbertî hevdû dît. Ji 94’ê heya niha ez xwedî wê şans û rûmetê me ku heval Fuat rasterast nas bikim. Di 4-5 salên dawî de jî ez bi şans û rûmet bûm ku me di Konseya Serokatiya Giştî de bi hev re xebat meşand.

Dema min cara ewilî di 94’ê de nas kirî aliyê wî yê herî zêde ez bandor kirî, diyalogên wî yên bi Rêbertî re, parvekirina fikrên xwe bi Rêbertî re, dilnizmî û sadebûna wî ya li hemberî Rêbertî; hewldana wî ya ji bo fêmkirina nirxandinên Rêbertî. Aliyek din ê min bandor kirî, nêzîkatiya Rêbertî ya li beramberî heval Fuat bû. Di diyalogên bi heval Fuat re kirî de kelecan û coş… Bi salan hevdû nedîtibûn, ku hûn dizanin li Elmanyayê girtî bû; pêvajoya Dusseldorf hebû û piştî ji girtîgehê derket hatibû qada Rêbertî. Dubare dîtina heval Fuat Rêbertî pir bi kelecan dikir.

Bi heval Fuat re diyalog kirin, nîqaş kirin, car din hevdîtineke dîrokî pêk anîn hem ji bo heval Fuat hem ji bo Rêbertî pir bi wate û cuda bû. Ez kesek welê bûm ku yekser min şahidî dikir. Rêbertî timî dixwest bi heval Fuat re diyalogê çêbike, pê re bimeşe, têkildarî hemû mijaran nêrînên heval Fuat bigire û bi wî rengî biryaran bide… Mesele di dewreya me û dewreyên piştre de ji heval Fuat re digot, ‘Tu li ser navê min heya dawî xwedî payeyî. Tu xwedî payeyî ku hemû hevalên di dewreya xwe de ji pêvajoyê re amade bikî û li dijî kesên li hemberî pêvajoyê ne amade helwesta rêxistinî nîşan bidî’. Helbet payeya heval Fuat hebû, lê Rêbertî li ser navê xwe taybet paye dida wî. Vê yekê ez pir bandor kiribûm.

Rêbertî heval Fuat weke kesekî ku gavekê paşde dimeşe na, weke hevrêyekî bi wî re li heman cihî disekine û dimeşe, dît û timî xwest ku heval Fuat bi vî rengî bimeşe. Tişta ez bûm şahid di wê demê de heval Fuat şûna bi Rêbertî re bimeşe, timî dilnizm tevgeriya û ew gavekê paşde dişopand. Ev pir girîng e. Weke exlaqî jî wiha dinirxand. Hevrêtiya wî ya rast a bi Rêbertî re jî li vir dirûnişt. Timî digot, ‘bi Rêbertî re meşîn divê wiha be’, lê Rêbertî jî timî digot, ‘bi min re bimeşe’ û bi vî rengî rol didayê û wiha dinirxand. Wiha nêz dibû. Ev ji bo ez heval Fuat nas bikim, bû aliyeke pir bandorker.

Dema min nêzîkatiyên Rêbertî yên li hemberî heval Fuat didît, min girîngiya wî ya di rêxistinê de, mîsyona wî, hem bûyîna endamê damezrîner ê Partiyê û hem jî meşa wî ya ev qas salan a bi Rêbertî re, ji bo fêmkirina Rêbertî westandina mejiyê xwe û bi taybetî nêzîkatiya wî ya bi zane ya li beramberî Rêbertî fêm kiribû.

Di salên dawî de dema ez bi heval Fuat re xebitîm tişta herî zêde bala min kişand, di nava rêxistinê de xebata wî ya di aliyê zihniyetê de bû. Xebateke îdeolojîk û felsefîk bû. Hin pêvajo nêzbûna stratejîk dixwazin. Heval Fuat di van pêvajoyên stratejîk de xwedî nêzîkatiyeke welê bû ku timî mejiyê xwe diwestand, ji bo gotinên Rêbertî pêk bîne pir giranî da xwe.

‘MÎNA HEVRÊYEK WÎ YA JIN JI BER LI GEL WÎ XEBITÎM SERBILIND IM’

Ji ber ku mîna hevrêyek jin li gel wî xebitîm, gelek serbilind im. Rêbertî rexneyek li me hemûyan kiribû digot, "Hûn şoreşgerên serdemê û demê ne. Hûn nikarin bibin şoreşgerên kêliyê.” Heval Fûat, şoreşgeriya serdemê bi dest xistî bû. Ez yek ji wan kesên ku şahidê vê rewşê me.

Bi şêwaza xwe ya xebatê, bi nêzîkatiya xwe ya li têkiliyên mirovan û bi rêbazên xwe yê pirsgirêk girtina destan re gav bi gav bû mirovê zana ê Rojhilata Navîn. Tu carî teng û yekalî nêzî bûyer û pirsgirêkan nebû. Bi kûrahiya îdeolojîk, bi nêrîneke felsefî û dîrokî, hem jî bi nêrîneke civakî û sosyolojîk nêzî her pirsgirêkê dibû. Di vî alî de di her qadê de bû mamoste, rêber û hêza çareseriyê.

Heval Fûat pêşengek bû ku li hemberî her feraseta ku di nava rêxistinê de zirarê dide xeta têkoşînê, bi biryar rawestiya û bi perwerdekirin, hişyarkirin û veguhertina kadroyan re ev têkoşîn meşandin.

Piştî şert û mercên dîlgirtina Rêbertiya me bi îradeya xwe û bi dilsozî berpirsyariya perwerdekirina kadroyan girt ser milên xwe. Ev 20-25 sal in bi kelecan, bênavber û bê nefes perwerdehiya kadroyan dimeşand. Bê nefes… Bênavber ji akademiyek din, ji dibistanekê ber bi qada din a perwerdeyê ve diçû. Lewma gotina “Em ê heval Fûat ji xwe re mînak bigirin” bi serê xwe ne bes e. Ew heqîqetek mezin pêk anî. Bi Rêbertî re rêhevaltiya rast û bi jinê re meşeke rast bi dest xist. Ev ne heqîqeteke şexsî ya rêheval Fûat e, heqîqeteke îdeolojîk û şoreşgerî ye. Ew bû xwedî helwesteke ku tevlî xeta îdeolojîk û siyasî ya Rêbertiyê bû û di girîngkirina vê xetê de bi ser ket.

Ji ber vê yekê divê em di têkoşîna xwe de ne tenê di xetê de meş esas bigirin û biparêzin, di heman demê de em ê bi xwe bibin xet û heta dawiyê li ser vê xetê bimeşin. Ez ji dil bi vê bawer im: Ji rêhevalên jin, hemû kadro, gel û hevalên Tevgerê destpê bike; Ew ê rastiya heval Fûat kûrtir bikolin, bi hêztir têbikoşin û di nava vê rastiyê de xwe ji nû ve teşe bikin.

‘DIVÊ NÊZÎKATIYA GELÊ ME YA LI HEMBERÎ ŞEHADETA HEVAL FUAT PIR XURT BE’

Weke hevrêyên wî dema wî jiyan dikir jî, me hewl da vê yekê bikin û bi ser bixînin. Ji vir û şûnde jî teqez em ê vê bikin û bi ser bixînin. Ji ber ku ew hevrêyekî welê ye ku di rastiya Rêbertî de xwe pêk tîne.

Xeta vê tevgerê ya heya niha afirand û ji vir û şûnde jî wî xetek welê afirand ku bi tiştên afiranî re li ser bimeşe. Lewma heval Fuat sûd da hemû mirovahiya pêşverû ya cîhanê, gelên Rojhilata Navîn û gelê Kurdistanê yê li her çar parçeyên Kurdistanê.

Ji vir û şûnde jî weke jinekê, weke hevrêyek pê re jiyan kirî û xebat meşandî ez dixwazim bêjim ku ez gelek tişt jê fêr bûm. Ez ê hewl bidim ji bo bi serxistina vê têkoşînê, tiştên ez ji heval Fuat fêr bûyî weke bingehê têkoşînê esas bigirim. Û ez ê timî wisa nêz bibim.

Dibe weke fîzîkî heval Fuat ji nav me çûbe, lê di vê tevgerê de xwe pêk anî; bi jiyan û şehadeta xwe. Çawa ku heval heya niha bûye endamê damezrîner û pêşengê vê têkoşînê, wê ji vir û şûnde jî wiha be. Divê gelê me pir xurt nêzî vê şehadetê bibe.

Ev têkoşînek e, dibe em şehîd bibin. Di têkoşîna me ya 43 salan de bi hezaran şehîdên me hene. Me hevrêyên ewilî yên bi Rêbertî re dest bi rê kirin Heval Hakî, Heval Kemal, Heval Mazlum, Heval Hayrî û Heval Karasûngûr jî şehîd dan. Lê belê bi hezaran cihê van dagirt. Ev şehadet PKK’ê dikin PKK.

Helbet şehadeta heval Fuat ne şehadeteke ji rêzê ye. Ev ji bo gelê me û ji bo têkoşîna me jî şehadeteke pir giran e. Di têkoşînê de serketin û nêzîkatî jî dê li gorî wê be.

Divê hemû gelê Kurd û bi taybetî ciwanên Kurd car din bifikirin. Polîtîkayên ku li ser me tên meşandin, tên zanîn. Em nikarin vê normal bibînin. Divê ti kes nebêje, ‘Em dikarin ji dervey vê bimînin û jiyan bikin, dijmin nikare dest li me bike’. Dijmin dest li jiyana her kesê kiriye. Gelo jiyaneke ji rêzê, her roj bi gotina ‘gelo wê çi bi serê min’ were jiyankirin, tenê ‘rojane zikê zarokên xwe têr kirin’ şêwazekî jiyanê ye? Na, ne wisa ye. Divê mirov vê yekê derbas bike. Mirov carekê tê cîhanê û di wê wextê jiyan dike de kurtbûn yan jî dirêjbûna wê wextê girîng nîne. Ya girîng, bi wate û bi rûmet jiyan kirin e. Heval Fuat timî bi wate û bi rûmet jiyan kir. Li beramber vê jiyana bi wate divê her kes car din xwe binirxîne, berçav derbas bike û ji xwe pirs bike: ‘Ez çawa beşdarî vê têkoşînê dibim? Weke welatparêzek ez çawa wezîfeya xwe bi cih tînim? Ji vir û şûnde divê ez çawa beşdar bibim? Wezîfeyên min ên welatparêziyê çine?’ Divê li beramber rastiya hevrê Fuat û rastiya me ya Rêbertî car din binirxîne.

Û ez bawer dikim ku bi sedan, bi hezaran wê beşdar bibin. Gelê Dersimê, yanî di serî de ciwanên Dersimê li her çar parçeyên Kurdistanê bersiva ku ciwanên Kurd, jin û mêr bidin, divê teqez beşdarbûna vê têkoşînê be.

Gelê Kurd divê li her derê wezîfeyên xwe yên welatparêziyê pêk bîne. Dema şehadeta heval Fuat tê bihîstin girîn û bi hestiyar nêzbûn, nabe; divê nebe. Heval Fuat nêzîkatiyeke wiha ti carî qebûl nake. Ji ber ku em nêzîkatiya heval Fuat a ji bo hevrêyên şehîd, dizanin. Lewma divê mirov teqez li dijî şerê taybet ê dijmin hişyar be. Gelê me yê welatparêz divê li her derê di her qada şerê gel ê şoreşgerî de cih bigire. Em encex bi vî rengî dikarin hevrêtiyê ji heval Fuat re bikin. Ji dervey vê nêzîkatiyên hestiyar, ne hevrêtiyek rast e.

Heval Fuat karî bi Rêbertî re bibe hevrê û her tiştê di xwe de danî holê û ev yek bi ser xist. Wê demê gelê me jî li her derê tişta di xwe de dikare deyne holê û vê yekê bi ser bixîne.

Cihê heval Fuat wê vale nemîne; heya dawiyê wê were tejîkirin. Ji bo vê divê hemû gelê me û hevrêyên me xwedî bawerî bin. Eger gelê me dixwaze ji bo heval Fuat bibe bersivek xurt, divê Şerê Gel ê Şoreşgerî fêm bike û êdî xweparastinê pêk bîne. Divê bikare her cure êrîşê têk bibe.

Ez nabêjim, ‘bila hemû gelê me werin çiyayan, mîna gerîla şer bikin’. Divê gelê me li her cihê ku lê ye xwe biparêze û rêxistin bike. Divê li her derê xwedî li her wezîfeyê derkeve û bi ser bixe. Wê demê dê bikare bi heval Fuat re hevrêtiyeke rast bike.

Ez car din heval Fuat bi rêzdarî û minetdariyeke mezin bi bîr tînim, bi rêzdarî li ber bîranîna wî bejna xwe ditewînim.”