YPG’ê nasnameya du şervanên xwe yên şehîd, eşkere kir
YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameyên du şervanên xwe yên şehîd Diyar Serêkaniyê û Gîvara Efrîn eşkere kir.
YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameyên du şervanên xwe yên şehîd Diyar Serêkaniyê û Gîvara Efrîn eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyaniyek nivîskî weşand û nasnameyên şervanên xwe Diyar Serêkaniyê ku sala 2014’an di şerê li dijî DAÎŞ’ê de şehîd bû û Gîvara Efrîn ku 19’ê Sibatê di encama qezayekê de şehîd bû, eşkere kir.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Yek ji sala herî dijwar têkoşîna me ya li dijî rêxistina terorî û çete ya DAÎŞ’ê sala 2014’an bû. Di vê salê de ji herêma Cizîrê heya herêma Firatê li gund û navçeyan heta li bajaran şerê sînge sîng hatin meşandin. Yek ji bajarê ku bi berxwedanîya xwe hat nasîn û lehengiyên mezin hatin jiyîn, bajarê Serêkaniyê bû. Her çiqas ji ber şert û mercên herêmê ku şer kêm nebû jî me hewldanek mezin da ku rêhevalên xwe yên ku şehîd ketin nasnameyên wan bi gelê xwe ra parve bikin. Rêhevalê me Diyar yek ji wan lehengan e, di vê salê de li hember çeteyên DAÎŞ’ê şer kir û şehîd bûbû.
Bajarê Serêkaniyê her tim li hember êrîşên dagirkeran li ber xwe daye û ji bo azadiya xwe çi dibe bila bibe her tişt daye ber çavan. Rêhevalê me Diyar ji bajarê Serêkaniyê ya welatparêz ji dayik bû û bi çanda berxwedan û girêdana xwe ya xakê mezin bû. Di sala 2011’an de agirê şoreşê ku di serî de li Kobanê û piştre li bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê hat pêxistin, di demeke kurt de li bajarê Serêkaniyê ew agir mezin bû û keç û xortên ciwan, însanên me yên dilê wan ji bo azadiyê diavêt bûn xelekek ji agir ku parastina nirxên şoreşê bikin. Rêheval Diyar yek ji şervanên destpêkê yê hêza me û parêzvanê Şoreşa Rojava ye. Li gor şert û mercên wê demê derfetên me her çiqas kêm bûn jî di vîn û ruh de yekîtîyek hat avakirin û li ser vê esasê me li hember dagirkerên hov li ber xwe da. Piştî rizgarkirina Serêkaniyê ji çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, di sala 2013’an de êrîşên Cebhet El-Nûsra û 2014’an de jî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê li ser bajêr û gundewarên wê kêm nebûn. Rêhevalê me Diyar di vê salê de êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên berfireh li ser hemû eniyên me yên şer pêk dihat de bi awayekî çalak cihê xwe di çeperên berxwedanê de girt, bi lehengî şer kir û gihîşt şehadetê.
Rêhevalê me Gîvara Efrîn li herêma Helebê erk û berpirsyartiyê xwe pêk dianî. Di 19’ê Sibatê de dema li ser erka xwe bû, di encama qezayekê de gihîşt şehadetê.
Rêhevalê me Gîvara, li xaka pîroz a Efrînê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû ku bi welatparêziya xwe tê nasîn, bi çanda xwe ya Kurdayetiyê xurt e. Rêheval Gîvara jî bi vê çanda gelêrî a gelê me kesayetek ava kir. Bi şoreşa Rojava re mejiyê gelê me de ev tişt hat çandin ku çi dibe bila bibe şoreşa ku bi salan li ser keda bi hezaran lehengên vî gelî çêbûye, bê parastin. Rêheval Gîvara li ser esasa parastina nirxên şoreşa me ya pîroz tevlî nav refên YPG’ê bû. Hevrêyê me ku perwerdeya bîrdozî û leşkerî ya bingehîn bi serkeftî qedand, ji bo bibe pisporê çekan perwerdeya çekên giran jî bi serkeftî xilas kir û berê xwe da çeperên şer yên berxwedanê. Di sala 2016’an de li hemberî êrîşên qirkirinê yên çeteyên DAÎŞ'ê, ji bo parastina gelê me berê xwe da herêma Şehbayê û tevlî pêngava rizgarkirina Şehbayê bû. Rêhevalê me Gîvara ku di têkbirina çeteyên hov de xwedî roleke mezin bû, wezîfeya xwe ya parastina gelê me ji êrîşên qirkirinê bi serkeftî bi cih anî. Rêheval Gîvara li gelek qadan ma, kedek mezin da şoreşê. Bi jêhatîbûn û kedkariya xwe, pêşengî ji hevrêyên xwe re kir, bi rengekî çalak tevlî karên jiyanê bû. Herçi qas şehadetên rêhevalên me yên bi vî rengî me xemgîn bike jî di dawiya dawî de giyanên nemirên me wê di têkoşîna me ya azadiyê de her tim bi me re bin û bên jiyandin.
Nasnameyên rêhevalên me yên şehîd wiha ne;
Nasnav: Diyar Serêkaniyê
Nav û Paşnav: Elî Omer
Navê Dê û Bav: Şaha / Ebdulwehab
Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê / 28’ê Gulana 2014
**
Nasnav: Gîvara Efrîn
Nav û Paşnav: Îmad Mihemed
Navê Dê û Bav: Hûriya / Sîdo
Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb / 19’ê Sibata 2023
Rêhevalên me Diyar û Gîvara wek bi hezaran nemirên me ji bo parastina nirxên şoreşê û azadiya gelê me erk û berpirsyartiyên pêşengiyê bi cih anîn. Di serî de malbatên hêja yên van rêhevalên me û ji gelê me yê welatparêz re em sersaxiyê dixwazin.”