YPG’ê nasnameya du şehîdan eşkere kir
Navenda Ragihandê ya YPG’ê nasnameya 2 şervanên YPG’ê yên di demên cûda di ‘Pêngava Bagera Cizîrê’ û li Serêkaniyê şehîd bûbûn, eşkere kir.
Navenda Ragihandê ya YPG’ê nasnameya 2 şervanên YPG’ê yên di demên cûda di ‘Pêngava Bagera Cizîrê’ û li Serêkaniyê şehîd bûbûn, eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya du şervanên YPG’ê eşkere kir. YPG’ê sersaxî ji malbatên herdu şehîdan re xwest û şehîdên têkoşîna azadiyê bibîr anî.
Daxuyaniya YPG’ê wiha ye;
“Têkoşîna azadiya gelê me û hêzên me ku li dijî teror û dagirkeriyê dimeşînin gihîştiye asteke bilind û qonaxeke girîng. Ev têkoşîna ku tê meşandin him di herêmê û qada navnetewî de bandoreke mezin derxistiye holê him jî ji bo firsendên dîrokî afirandiye da ku pêşeroja herêmê misoger bike. Bêguman ev asta têkoşîna me armanca dagirkeran rûxandiye û ji bo herêmê jî bûye hêviyeke mezin. Pêşengên vê têkoşîna azadiyê jî ew in ku tim û tim xwe bi serkeftinê re amadekirine û di oxira azadiyê de canê xwe feda kirine ye.
Em nasnameyên 2 rêhevalên xwe yên ku di demên cuda de di Pêngava Bagera Cizîrê û li bajarê Serêkaniyê şehîd bûbûn, ji raya giştî re parve dikin.
Qonaxa dawî ya Şerê Tunekirina Terorê ku li herêma Dêra Zorê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bi pêşengtiya hêzên me di bin sîwana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de hatibû destpêkirin ber bi dawîbuyînê ye. Roj bi roj hebûna çeteyên DAÎŞ’ê ya herêma Dêra Zorê têk diçe û operasyonên ku li dijî çeteyan tên lidar xistin de bi sedan sivîlên ku di bin dagirkeriya wan ve tên rizgarkirin. Ev pêşketinên ku rûdidin bi saya têkoşîna şervanên me yên ku bi dil û can şer dikin û şehîd dibin. Yek ji wan hevalên me bi nasnav Bahoz Efrîn e ku piştî berxwedaniyeke bê hempa di dîroka 2’ê Sibatê şehîd ketiye.
Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye;
Nasnav: Bahoz Efrîn
Nav û Paşnav: Kemal Osman
Navê Dayikê: Raîfe
Navê Bav: Fayiq
Cihê Jidayikbûnê: Heleb
Cih û Demê Şehadetê: Serêkaniyê / 29’ê Çileya 2019'an
Rêhevalê me bi nasnav Kara Qamişlo ku li bajarê Serêkaniyê bi erka xwe radibû, di encama qezayekî trafîkê di dîroka 29’ê Çileyê de şehîd bû.
Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye;
Nasnav: Kara Qamişlo
Nav û Paşnav: Mû’tez El Hoşan
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Ehmed
Cihê Jidayikbûnê: Qamişlo
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 2’ê Sibatê 2019'an"