YPG'ê nasnameya 9 şervanên 'Cenga Mezin' eşkere kir

Navenda YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 9 şervanên 'Cenga Mezin' a Rizgarkirina Reqayê jiyana xwe ji dest dabûn, eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyniyeke nivîskî nasnameya 9 şervanên xwe ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de jiyana xwe ji dest dabûn, eşkere kir.

Daxuyaniya YPG'ê wiha destpê dike; "Pêngava Rizgarkirina Reqayê di roja 33.  de bi hemû dijwariya xwe didome. Piştî dorpêçkirina bajarê Reqayê di navbera Hêzên Suriya Demoqratîk (QSD) ku şervanên YPG û YPJ’ê aktîf cihê xwe digrin û çeteyên DAIŞ’ê de şerê dijwar diqewime Her çiqas çeteyên DAIŞ’ê bi maşîneyên bombebarkirî, sivîlan wek mertal bi kar tînin  û rêbazên cûr be cûr ji bo pêşdeçûyîna şervanan hewldanên bi vî rengî bi kar bîne jî şervanên azadiyê bi bîr û baweriyeke xurt ji bo rizgarkirina gel û bajêr êrişên çeteyan dişkînin rojane gund bi gund tax bi tax pêş de diçin û gelên ku di bin destên çeteyên DAIŞ’ê de ne tên rizgarkirin."

'Lİ TAXÊN DIREIYÊ Û SÛRA BERÊ 9 ŞERVANÊN ME ŞEHÎD BÛN'

Daxuyaniya Navenda YPG'ê wiha berdewam dike; "Di navbera 3-6’ê Tîrmehê de di taxên Direiyê, sûrên dîrokî ku taxa berê ya Reqqayê û gundên başurê rojhilatê Reqqayê de şerê sînge sîng di navbera şervanan û çeteyan de çêbû. Di  vî şerî de 9 şervanên me ku Kurd û Ereb in bi lehengî şer kirin û şehîd bûn."

'EM YPG Û YPJ HEMÛ ŞEHÎDÊN AZADIYÊ BIBÎRTÎNIN'

Di dawiya daxuyaniya Navenda YPG'ê de wiha tê gotin;" Em YPG û YPJ di kesayeta 9 şehîdên me de hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Em soza welatekî azad didin ku hemû pêkhateyên herêmê tê de bi aştî û aramî bijîn û ji bo vê têkoşînekî bêhempa bimeşînin. Sersaxiyê ji malbatên şehîdan û hemû gelên me yên berxwedêr re dixwazin.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Agirî Heleb

Nav û Paşnav: Îsa Mihemed

Navê Dayikê: Fatima

Navê Bav: Hesen

Cihê Ji Dayikbûnê: Heleb

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 3 Tîrmeh 2017

***

Nasnav: Agirî Hesekê

Nav û Paşnav: Dersim Fetah

Navê Dayikê: Maha

Navê Bav: Ebdilbaqî

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 6 Tîrmeh 2017

***

Nasnav: Amed Hesekê

Nav û Paşnav: Yusuf Xelef

Navê Dayikê: Emşa

Navê Bav: Hemîd

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 5 Tîrmeh 2017

***

Nasnav: Cîgerxwîn Hesekê

Nav û Paşnav: Xelîl Biro

Navê Dayikê: Zekiya

Navê Bav: Elî

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 3 Tîrmeh 2017

***

Nasnav: Dilşêr Hesekê

Nav û Paşnav: Fehed Coher

Navê Dayikê: Melka

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 4 Tîrmeh 2017

***

Nasnav: Hût Hesekê

Nav û Paşnav: Bişar Şêxo

Navê Dayikê: Sara

Navê Bav: Selman

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 4 Tîrmeh 2017

***

Nasnav: Piling Qendîl

Nav û Paşnav: Mehmûd Mehmûd

Navê Dayikê: Xezala

Navê Bav: Telac

Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 3 Tîrmeh 2017

***

Nasnav: Şahîn Hesekê

Nav û Paşnav: Xidir El Ehmed

Navê Dayikê: Hemîda

Navê Bav: Îbrahîm

Cihê Ji Dayikbûnê: Til Birak

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 4 Tîrmeh 2017

***

Nasnav: Şevger Hesekê

Nav û Paşnav: Îzedîn Nicum

Navê Dayikê: Sedeqa

Navê Bav: Nace

Cihê Ji Dayikbûnê: Reqa

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 5 Tîrmeh 2017

"