YPG'ê nasnameya 8 şehîdan eşkere kirin
YPG'ê nasnameya 8 şervanên di mehên Tîrmeh, Îlon û Cotmehê de şehîd bûn eşkere kir.
YPG'ê nasnameya 8 şervanên di mehên Tîrmeh, Îlon û Cotmehê de şehîd bûn eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî li malpera xwe ya înternetê weşand.
Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser serketina pêngavên rizarkirina Reqayê û bejahiya Dêra Zorê û ev agahî hatin dayin:
"Bê guman pêşketinên heyî tenê bi fedakariya hejmarek mezin ji zarokên wê axê mîsoger bûye. Di vê çarçovê de îro em nasnameya heft hevrêyên xwe radighînin ku di nava mehên Tîrmeh, Îlon û Cotmeh di encama çalakiyên rizgariyê li Reqa û Dêra Zorê gihiştine şehadetê. Şervanên ku bi xwe zarokê herêmên rizgarkirî ne, soza biratiya gelan bi xwîna xwe pêk anîne.
Her wiha nasnameya hevala me Zîlan Serêkaniyê (Dîlan Osman) ku di 19’ê Îlonê di encama qezayekê li Şêxler a Kobanê şehîd bibû tê ragihandin. Hevrê Zîlan keça şehîd e, bavê wê di berxwedana 2014'ann de li Serêkaniyê gihiştibû şehadetê. Zîlan çeka bavê xwe radike û piştî perwerdeyê di erk û peywirên YPJ'ê de cihê xwe digire."
Di dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan, gelê welatparêz hate xwestin û hat destnîşankirin, ku wê li ser şopa şehîdan heta azadiyê bimeşin.
Li gorî daxuyaniyê, nasnameya 8 şehîdan wiha ye:
Nav û Paşnav: Brûsk Hesekê
Navê Rast: Macid Meyuf
Navê Dayîkê: Hesne
Navê Bav: Hesen
Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 17-10-2017 Dêrazorê
=====
Nav û Paşnav: Cûdî Dêrazorê
Navê Rast: Emar El-Wehîbî
Navê Dayîkê: Rindê Siûd
Navê Bav: Ebdulrehman
Cihê ji Dayîkbûnê: Dêrazorê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 14-10-2017 Dêrazorê
===
Nav û Paşnav: Ebdulsetar Reqqa
Navê Rast: Ebdulsetar El-Remezan
Navê Dayîkê: Fetîm
Navê Bav: Mihemed
Cihê ji Dayîkbûnê: Hemra Nasir
Cîh û Dîroka Şehadetê: 20-09-2017 Reqqa Semra
====
Nav û Paşnav: Elî Reqqa
Navê Rast: Elî El-Eys
Navê Dayîkê: Meryem
Navê Bav: Mihemed
Cihê ji Dayîkbûnê: Reqqa
Cîh û Dîroka Şehadetê: 17-07-2017 Reqqa
====
Nav û Paşnav: Mazlûm Reqqa
Navê Rast: Mihemed Taha
Navê Dayîkê: Xedîce
Navê Bav: Xelef
Cihê ji Dayîkbûnê: Reqqa Semra
Cîh û Dîroka Şehadetê: 27-09-2017 Reqqa Semra
====
Nav û Paşnav: Xebat Hesekê
Navê Rast: Mihemed Genco
Navê Dayîkê: Nûra
Navê Bav: Xelef
Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 17-10-2017 Şedadê
=====
Nav û Paşnav: Yasir Reqqa
Navê Rast: Yasir El-Esaf
Navê Dayîkê: Fetîm
Navê Bav: Elî
Cihê ji Dayîkbûnê: Reqqa
Cîh û Dîroka Şehadetê: 17-10-2017 Reqqa
====
Nav û Paşnav: Zîlan Serêkaniyê
Navê Rast: Dîlan Osman Gedo
Navê Dayîkê: Esma
Navê Bav: Osman
Cihê ji Dayîkbûnê: Serêkaniyê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 19-09-2017 Kobanê, Şêxler