YPG'ê nasnameya 8 şehîdan eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê nasnameya 8 şehîdên li Reqayê û Şedadê şehîd bûn bi daxuyaniyekê eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê nasnameya 8 şehîdên li Reqayê û Şedadê şehîd bûn bi daxuyaniyekê eşkere kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Şerê Mezin ê ji bo rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyan bi hemû dijwariya xwe didome. Pêşdeçûna şervanên QSD'ê ya di bin pêşengtiya YPG û YPJ'ê de dewam dike. Nîvê bajêr hatiye rizgarkirin û temenê DAIŞ'ê roj bi roj kêm dibe. Di dorpêça ji çar aliyan de, çeteyê ku rêya revê nabînin, hewl didin ku bi êrîşan temenê xwe dirêj bikin û pêşdeçûna şervanan bidin sekinandin.
Bi vê armancê, di dema dawî de êrîşên xwe zêdetir dikin. Li gel Reqa, li herêmên din jî ji bo astengkirina vê pêşdeçûnê çete di nava hewldanan de ne. Bi vê armancê di rojên dawî de li herêma Şedadê hewldanên êrîşkirina xalên şervanên YPG û YPJ'ê çêdibin. Heya niha hemû hewldanên bi vî rengî hatin pûçkirin. Di şer de derbên giran li çeteyan hatin xistin.
Li vê herêmê di şer de hevaleke me gihîşt şehadetê. Dîsa hevalekî me, li heman herêmê di encama qezayekê de şehîd ket.
Di cenga mezin ya Reqa ku ber bidawîbûnê ye jî 6 hevalên me di dema hewldanên rizgarkirina taxên bajar de şehîd ketin.
Em YPG û YPJ di serî de ji malbatên van şehîdan, ji hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe ya girêdana bi rêya wan re dubare dikin. Hemû şehîdên şoreşê bibîrtînin û soz didin wê roja rizgarbûna Reqa, tinebûna DAIŞ li ser vê xakê rojek ji rojekê zûtir were. Mizginiya rizgariya Reqa wê bibe xelata hemû şehîdên ku bi vê armancê jiyan e û di vê oxirê de bê tereddut jiyana xwe dan."
Li gorî daxuyaniyê nasnameya 8 şervanan wiha ye:
Nasnav: Bahoz Rojhilat
Nav û Paşnav: Erhan Temel
Navê Dayikê: Sahîme
Navê Bav: Kutbettîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 27 Tîrmeh 2017
Nasnav: Bekdaş Hesekê
Nav û Paşnav: Ehmed Berekat
Navê Dayikê: Ruqeya
Navê Bav: Mehmûd
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 25 Tîrmeh 2017
Nasnav: Dilovan Tolhildan
Nav û Paşnav: Gûlîstan Şeno
Navê Dayikê: Şêrîn
Navê Bav: Mihemed
Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê
Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê / 25 Tîrmeh 2017
Nasnav: Egîd Amed
Nav û Paşnav: Salih Dolu
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Zekî
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 27 Tîrmeh 2017
Nasnav: Egîd Hesekê
Nav û Paşnav: Sîpan Hiso
Navê Dayikê: Zekiya
Navê Bav: Şêxmus
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê / 30 Tîrmeh 2017
Nasnav: Esed Hesekê
Nav û Paşnav: Husam Kirêş
Navê Dayikê: Suriya
Navê Bav: Fewaz
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 22 Tîrmeh 2017
Nasnav: Masîro Amed
Nav û Paşnav: Vedat Opçîn
Navê Dayikê: Hacîre
Navê Bav: Huseyîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 27 Tîrmeh 2017
Nasnav: Bêg Kobanê
Nav û Paşnav: Mihemed Azad Şahîn
Navê Dayikê: Hediye
Navê Bav: Xalid
Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 30 Tîrmeh 2017