YPG’ê nasnameya 7 şehîdên 'Berxwedana Serdemê' eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya 7 şehîdên xwe eşkere kir ên ku di 'Berxwedana Serdemê' ya Efrînê de jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Ragihandinê ya  YekÎneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 7 şehîdên xwe eşkere kir ên ku di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de jiyana xwe ji dest dane.

Daxuyaniya YPG’ê wisa ye:

“Dewleta Tirk a faşîst û çeteyên girêdayî wê di 20’ê Çileya 2018’an de li dijî Kantona Efrînê dest bi operasyoneke qirkirinê kir. Dewletên navneteweyî jî piştgirî dan vê êrîşan û ev êrîş bi qasî 2 mehan bênavber domiya. Di vî şerî de hêzên faşîst ên ku bi rêya bejahî nikaribûn li hemberî berxwedana hêzên me bi pêş ve biçin, bi êrîşên hewayî û carinan jî bi çekên kîmyewî Kantona Efrînê bomberdûman kirin. Di van êrîşan de bi sedan jin, ciwan, zarokên sivîl jiyana xwe ji dest dane. Hêzên me YPG û YPJ û hêzên demokratîk ên şoreşger li hemberî van êrîşan berxwedaneke mezin derxistine holê. Di van şeran de şervanên me bi qehremanî şer kirine û şehîd bûne. Di van şeran de nasnameya fermandarekî me yê Eniya Efrînê yê YPG’ê Faysal Gap jî tê de em nasnameya 7 şervanên xwe eşkere dikin ên ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bûne.

Di van êrîşên qirkirinê yên li dijî Efrînê ligel hevalên me Faysal Gap, Demhat Koçer, Dilda Dilgeş, Eylem Gerîla, Rêber Andok, Rizgar Amed û Xwînda Botan bi qehremanî şer kirine û şehîd bûne. Em van şehîdên xwe bi rêz û hurmet bi bîr tînin û em soza xwe dubare dikin ku em berxwedana xwe ya li ser xeta wan geştir bikin.”

Li gorî daxuyaniya YPG’ê nasnameya şehîdan wiha ye;

Nasnav: Demhat Koçer

Nav û Paşnav: Rodî Mihemed

Navê Dayikê: Tefa

Navê Bav: Hisên

Cihê Jidayikbûnê: Kobanê

Cih û Dema Şehadetê: Çiyayê Hawar / Efrîn / 22’ê Adara 2018’an

***

Nasnav: Dilda Dilgeş

Nav û Paşnav: Nesrîn Yilmaz

Navê Dayikê: Meryem

Navê Bav: Hasan

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Raco / 4’ê Adara 2018’an

***

Nasnav: Eylem Gerîla

Nav û Paşnav: Raperîn Xelîl

Navê Dayikê: Narîşan

Navê Bav: Ebdulah

Cihê Jidayikbûnê: Efrîn

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Cindirêsê / gundê Miska Jor  / 7’ê Adara 2018’an

***

Nasnav: Faysal GAP

Nav û Paşnav: Ferîdûn Ocalan

Navê Dayikê: Zelîha

Navê Bav: Fahrettîn

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Bedîna - gundê  Memila  / 30’ê Çileya 2018’an

***

Nasnav: Rêber Andok

Nav û Paşnav: Idrîs Ozbak

Navê Dayikê: Mevlude

Navê Bav: Îsmaîl

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Çiyayê Hawar / 22’ê Adara 2018’an

***

Nasnav: Rizgar Amed

Nav û Paşnav: Nazif Yayik

Navê Dayikê: Esmer

Navê Bav: Selahattin

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / 15’ê Adara 2018’an

***

Nasnav: Xwînda Botan

Nav û Paşnav: Xerîb Atan

Navê Dayikê: Taybet

Navê Bav: Adil

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Çiyayê Hawar / 22’ê Adara  2018’an