Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 7 şervanên ku di Adara 2014’an û 2015’an de şehîd bûne ragihand. YPG’ê got, ‘’ Ew şehîd in ku ji Kobanê heya Serêkaniyê, heya Minbic, Reqqa û niha jî Dêrezor bûn îlhama têkoşîna li dijî terorîzmê’’. YPG’ê diyar kir ku ew ê bîranîna şehîdan di têkoşînê bidin jiyîn.
Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:
"Şoreşa Rojavayê Kurdistan û Bakûrê Sûrî, bi tunekirina terorîzm û paşverûtiya ku ji hemû cîhanê re talokeyê çêdike îro hêviya hemû gelên bindest ên cîhanê ye. Di serdemeke wiha de ku hêvî ji xewnên azadî û wekheviyê hatiye qutkirin, gelê Kurd bi hevkariya gelên azadîxwaz ên herêmê siberojeke ronî ji bo mirovahiyê ava dike. Rûmeta avakeriya vê pêşeroja nû û ronî ji keç û xortên ciwan ên gelê Kurd re maye.
Şoreşa Rojavayê Kurdistan encama ked û fedakariya bi hezaran şehîdan e. Bi hezaran şehîdên ku ji bo xewnên azadî û demokrasî giyanê xwe diyarî zarokên welatê xwe kirin. Bi hezaran şehîdên ku bi coş û kelecanek mezin ramanên Rêber Apo di xaka Rojava de kêl bi kêl neqişandin. Di oxira parastina welat de xwîna xwe tevlî axa welat kirin. Ew şehîd in ku ji Kobanê heya Serêkaniyê, heya Minbic, Reqqa û niha jî Dêrezor bûn îlhama têkoşîna li dijî terorîzmê. Em îro jî heft rêhevalên xwe yên ku di navbera meha Adarê ya 2014an û Adara 2015an, li cîh û demên cûda de gihîştine şehadetê radigihînin.
Weke YPG û YPJ em di serî de ji malbatên van şehîdan re, ji hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku em ê bîranîna wan di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.
Nasnameya şehîdan wiha ye;

Nasnav: Agirîn Herekol
Nav û Paşnav: Rahşan Atak
Navê Dayîkê: Nafîse
Navê Bav: Huseyîn
Cihê Jidayîkbûnê: Sêrt
Cîh û Dîroka Şehadetê: 27’ê Adara 2014 – Cezaa
***

Nasnav: Avînar Xerzî
Nav û Paşnav: Berivan Çalişan
Navê Dayîkê: Helîme
Navê Bav: Eşref
Cihê Jidayîkbûnê: Wan
Cîh û Dîroka Şehadetê: 27’ê Adara 2014 – Cezaa
***

Nasnav: Brûsk Serhed
Nav û Paşnav: Mehmed Şorlî
Navê Dayîkê: Munasîp
Navê Bav: Mehmed Seîd
Cihê Jidayîkbûnê: Mûş
Cîh û Dîroka Şehadetê: 27’ê Adara 2014 – Cezaa
***

Nasnav: Demhat Ûrfa
Nav û Paşnav: Yûnûs Şale
Navê Dayîkê: Fatma
Navê Bav: Bekîr
Cihê Jidayîkbûnê: Amed
Cîh û Dîroka Şehadetê: 23’ê Îlona 2014 – Rebîa
***

Nasnav: Fîraz Makû
Nav û Paşnav: Yûsûf Agent
Navê Dayîkê: Zerîfe
Navê Bav: Mistefa
Cihê Jidayîkbûnê: Makû
Cîh û Dîroka Şehadetê: 27’ê Adara 2014 – Cezaa
***

Nasnav: Hogir Amed
Nav û Paşnav: Hasan Derin
Navê Dayîkê: Besra
Navê Bav: Ebdullah
Cihê Jidayîkbûnê: Amed
Cîh û Dîroka Şehadetê: 16’ê Adara 2015 - Serêkaniyê
***

Nasnav: Zagros Med
Nav û Paşnav: Mehmed Newroz Bingol
Navê Dayîkê: Fatma
Navê Bav: Ubeydullah
Cihê Jidayîkbûnê: Mûş
Cîh û Dîroka Şehadetê: 28’ê Gulana 2014 – Serêkaniyê"