YPG'ê nasnameya 6 şehîdên 'Cenga Mezin' eşkere kir
Navenda YPG'ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 6 şervanên xwe yên ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de jiyana xwe ji dest dabûn, eşkere kir.
Navenda YPG'ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 6 şervanên xwe yên ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de jiyana xwe ji dest dabûn, eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG'ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 6 şervanên 'Cenga Mezin' a Rizgarkirina Reqayê de jiyana xwe ji dest dabûn, eşkere kir.
Daxuyaniya YPG'ê wiha destpê dike; "Bi armanca tunekirina hebûna çeteyên DAIŞ’ê ji Rojava û Bakurê Suriyê Pêngava Rizgarkirina Reqqayê bi pêşengtiya QSD’ê hatibû destpêkirin bi hemû dijwariya xwe berdewam dike. Teror û hovîtiya çeteyan ku ji tevahî cîhanê belav bû ji destpêkê heya roja meya îro herî zêde li hember kiryarên çeteyan bûn bersiv û şer kirin şervanên YPG û YPJ’ê ye. Ne tenê ciwanên Rojava û Bakurê Suriyê li çar aliyên cîhanê ciwanên şoeşger tevlî nava refên YPG’ê bûn û di oxira afirandina jiyanekî aram û hevpar heya kêliya dawiyê şer kirin, gihîştin şehadetê.
'6 RÊHEVALÊN ME BI LEHENGÎ ŞER KIRIN Û ŞEHÎD BÛN'
Daxuyaniya YPG'ê wiha didome; "Em îro şeş rêhevalên me ku heman armancî erka şoreşgerî girtibûn ser milên xwe û pêşdebirina pêngavê de rolên girîng leyîstin û heya xwîna xwe ya dawî şer kirin gihîştin şehadetê ji gelê xwe re eşkere dikin. Her şeş rêhevalên me di navbera 4-6 Tîrmehê de ku li çar aliyên Reqayê şerên giran tên meşandin de bi lehengî şer kirine û tevlî karwanên şehîdan bûne."
'HEMÛ ŞEHÎDÊN ŞOREŞÊ BI BÎR TÎNIN Û SERSAXÎ JI MALBATÊN ŞEHÎDAN RE DIXWAZIN'
Navenda YPG'ê di dawiya daxuyaniyê de hemû şehîdên şoreşê bi bîr anî û wiha tê gotin; "Em weke YPG û YPJ di hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin. Serî de malbatên şehîdan û hemû gelên me yên qehreman re sersaxiyê dixwazin.
Nasnameyên pakrewanan wiha ye:
Nasnav: Baran Qamişlo
Nav û Paşnav: Newaf Xelef
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Newaf
Cihê Jidayikbûnê: Şam
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 6 Tîrmeh 2017
***
Nasnav: Berxwedan Tirbespiyê
Nav û Paşnav: Newroz Hesen
Navê Dayikê: Xalya
Navê Bav: Elî
Cihê Jidayikbûnê: Tirbespiyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 6 Tîrmeh 2017
***
Nasnav: Çekdar Qamişlo
Nav û Paşnav: Hozan Çeto
Navê Dayikê: Koçer
Navê Bav: Fayiz
Cihê Jidayikbûnê: Qamişlo
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 4 Tîrmeh 2017
***
Nasnav: Egîd Qamişlo
Nav û Paşnav: Mahir Ferhan
Navê Dayikê: Kamila
Navê Bav: Mihemed
Cihê Jidayikbûnê: Qamişlo
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 6 Tîrmeh 2017
***
Nasnav: Samî Ellaya
Nav û Paşnav: Silêman El Hiteymî
Navê Dayikê: Xedîce
Navê Bav: Îbrahîm
Cihê Jidayikbûnê: Qamişlo
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 6 Tîrmeh 2017
***
Nasnav: Şervan Qamişlo
Nav û Paşnav: Ebdilmecîd El Tektûk
Navê Dayikê: Semîra
Navê Bav: Mihemed Elî
Cihê Jidayikbûnê: Qamişlo
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 6 Tîrmeh 2017"