YPG’ê nasnameya 3 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 3 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 3 şervanên YPG’ê ku di navbera dîrokên 30-31’ê Gulanê de li Efrinê şehîd bûbûn, eşkere kir. YPG’ê sersaxî ji malbatên şehîd û gelê Kurd re xwest.

Di daxuyaniyê de ev agahî hate parve kirin;

“Di dîrokên 30 û 31’ê Gulana 2018’an de hêzên me li dijî baregehên artêşa Tirk a dagirker yên li gundê Meryemînê ya navenda Efrînê û gundê Qûrtqûlaqê ya  navçeya Şera du çalakiyên bibandor pêk anîbûn. Di encama herdû çalakiyan de şereke giran rû da û bi demjimêran dom kir

Di şerê li herêmê de bi qasî hate tespîtkirin 2 leşker û çeteyên artêşa dagirker hatibûn kuştin, 3 rêhevalên me jî piştî şerekî lehengî şehîd bûn. Em sersaxî ji malbatên şehîd û gelê Kurd re dixwazin û soza domandina rêya şehîdan heta rizgarkirina tevayî xaka Efrînê didin.”

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye;

Nasnav: Bendewar Bêkes

Nav û Paşnav: Şerzad Mewo

Navê Dayikê: Stêrê

Navê Bav: Bezan

Cihê Ji Dayikbûnê: Dirbêsiyê

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Gundê Meryemînê / 31’ê Gulana 2018’an

***

Nasnav: Hesen Peyanis

Nav û Paşnav: Recep Kaçar

Navê Dayikê: Cevahîr

Navê Bav: Mustafa

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Gundê Meryemînê / 31’ê Gulana 2018’an

***

Nasnav: Kendal Hawar

Nav û Paşnav: Ehmed Hesen

Navê Dayikê: Bes

Navê Bav: Nasir

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Şera -  Gundê Qurtqulaqê / 31’ê Gulana 2018’an