YPG'ê nasnameya 3 şehîdan ragihand

Navenda Ragihandin û Çepemeniyê ya YPG’ê nasnameya 3 şehîdan ragihand, ku şervanek jê Tîrmehê û 2 şervanên dî jî 16’ê Mijdarê şehîd bûbûn. YPG’ê diyar kir ku ew ê di rêça şehîdan de meşa xwe bidomînin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çepameniyê ya YPG’ê wi haye:

Pêngava Bagera Cizîrê ya bi armanca rizgarkirina bakûrê bajarê Dêrezorê ji çeteyan di roja 71’an de bi hemû leza xwe didome. Operasyonên rizgarkirina gundan û sîvîlan, bi berxwedêriya şervanên QSD’ê û Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê, bi pêşengtiya hêzên YPG û YPJ’ê her roja ku diçe dawî li hebûna DAIŞê ya de tîne.

Bi rizgarkirina paytexta terorîzmê Reqayê, şervanên QSD’ê dîroka cîhanê guhertin. Bi berxwedaniyeke bêhempa ya bi mehan, bi lehengiyên mezin û bi fedakariyeke bilind ev bajar bi xwîna şehîdên nemir yên ku afirînerên aramiya vê herêmê ne, hate rizgarkirin. Kesên ku ji bo parastina warê xwe canê xwe dan bi tîpê zêrin di dîroka cîhan di dilên gelê xwe de ne. Em bi vê zanebûnê, îro xemginiya ragihandina yek ji van şehîdan dijîn. Herwiha li Dêrezorê di dema şer û pevçûnên dijwar de hevalekî me, li Helebê di encama nexweşiyeke giran de şehîd bûye.

Em YPG û YPJ di serî de ji malbatên van şehîdan re, ji hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soza şopandina rêya wan, careke din dubare dikin.

Nasnameyên şehîdan wiha ye:

Nasnav: Baran Hesekê

Nav û Paşnav: Ewad Evdirrehman Hemûd

Navê Dayîkê: Zibha

Navê Bav: Evdirrehman

Cihê ji Dayîkbûnê: Şedadê

Cîh û Dîroka Şehadetê: 16 Mijdar 2017 – Dêra Zor

***

Nasnav: Ebû Şadî

Nav û Paşnav: Cemîl Rûhanî

Navê Dayîkê: Sidîqe

Navê Bav: Evdirrehman

Cihê ji Dayîkbûnê: Efrîn

Cîh û Dîroka Şehadetê: 16’ê Mijdar 2017 – Heleb

***

Nasnav: Muhened Amed

Nav û Paşnav: Muhened Salih

Navê Dayîkê: Zehra

Navê Bav: Fehed

Cihê ji Dayîkbûnê: Dirbêsiyê

Cîh û Dîroka Şehadetê: 25 ‘ê Tîrmeh 2017 - Reqa"