YPG'ê nasnameya 3 şehîdan ragihand

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya 3 şervanên ku şehîd bûne ragihand.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya 3 şervanên ku di demên cuda de şehîd bûne ragihand.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê diyar kir ku pêngava rizgarkirina Reqayê bi hemû leza xwe didome û wiha got: "Hêzên YPG-YPJ’ê ku di bin bandê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de li dijî çeteyên dijminê mirovahiyê ji bo ku nirxên mirovahiyê biparêzin bi fedekarî û wêrekiya mezin şer dikin. Şervanên ku li taxên navendî yên Reqayê bi pêş ve diçin, di encama şerekî de ku 22’ê Hezîranê di navbera şervanan û çeteyan de rû da şervanekî me bi lehengî şer kir û şehîd bûye.

Di demên cuda de du hevrêyên me jî bi qezayê şehîd bûne. Hevrêya me Awaz Dilgeş li Şedadê û hevrêyê me Bêkes Kobanê li Sirrinê dema ku li ser peywira xwe bûn bi qezayekê şehîd bûne.

Em YPG-YPJ hemû şehîdên şoreşê bi hurmet bi bîr tînin. Em serxweşiyê didine malbatên şehîdan û hemû gelê xwe. Em sond dixwin ku em ê bibin şopdarên rêya şehîdan û ji bo ku doza wan biçe serî bê sekn û rawest em ê têbikoşin.’’

Agahiyên sicîlê yên şehîdên me wiha ne:

Awaz Dilgeş

Nasnav: Awaz Dilgeş
Nav Paşnav: Jiyan Îbîş
Navê Dê: Eyşê
Navê Bav: Ebdilhenan
Cihê Bûyinê: Kobanê
Cih û Dema Şehîdbûnê: Şedadê / 24 Hezîran 2017

Bêkes Kobanê

Nasnav: Bêkes Kobanê
Nav Paşnav: Ehmed Elî
Navê Dê: Wezîra
Navê Bav: Mehmûd
Cihê Bûyinê: Kobanê, Gundê Korpîngar
Cih û Dema Şehîdbûnê: Sirrîn / 4 Tîrmeh 2017

Mazlum Çınar

Nasnav: Mazlum Çinar
Nav Paşnav: Ferhat Ozturk
Navê Dê: Sunya
Navê Bav: Cengîz
Cih û Dema Şehîdbûnê: Reqa / 22 Hezîran 2017