YPG'ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û nasnameya 3 şehîdan eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Pêngava Bagera Cizîrê ya ji bo rizgarkirina bejahiya Dêra Zorê 107 roj in dewam dike û hat gotin, "Di demên dawî de çeteyên ku ji rewşa hewayê sûd werdigirin êrîşên xwe li ser sengerên şervanên QSD'ê zêdetir kirine. Roja 23'ê Kanûnê li herêmê di şer de hevalekî me şehîd bû."

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê di dewama daxuyaniya xwe de diyar kir ku hevalê wan Dilbirîn ê li herêma Efrînê di nava karê fermandariyê de bû, 23'ê Kanûnê ji ber nexweşiya dil şehîd bû.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hevalê me Azad Menacir ê ku 21'ê Tîrmehê di Pêngava Cenga Mezin ya rizgarkirina Reqa de şehîd bûbû, ji ber ku heya niha nehatibû teşxîs kirin, şehadeta wî nehatibû ragihandin."

Di dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê welatparêz re hate xwestin.

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Oreş Hedîb
Navê Rast: Darî Atla Huseyn
Navê Dayîkê: Cewze
Navê Bav: Atla
Cihê ji Dayîkbûnê: Til Hemîs
Cîh û Dîroka Şehadetê: 23 Berfanbar 2017 - Dêra Zor

Nasnav: Azad Menacir
Navê Rast: Îzedîn Elî
Navê Dayîkê: Eyşe
Navê Bav: Elî
Cihê ji Dayîkbûnê: Serêkaniyê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 21'ê Tîrmeh 2017 - Reqa

Nasnav: Dilbirîn
Navê Rast: anwer Mîrzo
Navê Dayîkê: Fehîme
Navê Bav: Înet
Cihê ji Dayîkbûnê: Cindirêsê, Efrîn
Cîh û Dîroka Şehadetê: 23'ê Kanûna 2017 - Efrîn