YPG'ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, nasnameya 3 şervanên ku di navbera 17-22'ê Cotmehê de di operasyonên Bagera Cizîrê û Reqayê de şehîd bûn eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, nasnameya 3 şervanên ku di navbera 17-22'ê Cotmehê de di operasyonên Bagera Cizîrê û Reqayê de şehîd bûn eşkere kir.
Di daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya YPG'ê de hat gotin, "Pêngava Bagera Cizîrê ku 9'ê Îlonê ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve li bakurê Dêra Zorê dest pê kir, bi destketiyên mezin dewam dike. Şervanên QSD, hefteyek piştî rizgarkirina bajarê Reqa ji çeteyên DAIŞ'ê, bi pêşengiya YPG û YPJ'ê li Dêra Zorê pêş ve diçin. Her çend rejîma Sûriyê û alîgirên wê dixwazin bi êrîşên xwe ji erdê û ezman pêşî li hêzên QSD'ê bigirin jî, gelek herêmên girîng û stratejîk ji çeteyan hatine paqijkirin."
YPG'ê ragihandin, ku du hevrêyên wan di navbera 17-22'ê Cotmehê de di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûn.
Navenda Ragiyandiyê diyar kir, ku hevalê wan Qehreman Amed jî 19'ê Cotmehê li Reqayê gihîştiye şehadetê.
YPG'ê sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê welatparêz xwest û soz da ku wê li ked û fedakariya şehîdan xwedî derkeve.
Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîdan wiha ye:
Nav û Paşnav: Agirî Xweşnav
Navê Rast: Eymen Salih
Navê Dayîkê: Terfa
Navê Bav: Mihemed
Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 22-10-2017 Dêra Zorê
Nav û Paşnav: Mêrxwaz Amed
Navê Rast: Fayîz Mihemed
Navê Dayîkê: Emşa
Navê Bav: Hirês
Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 17-10-2017 Dêra Zorê
Nav û Paşnav: Qehreman Amed
Navê Rast: Amed Ozkan
Navê Dayîkê: Gulçîn
Navê Bav: Nûredîn
Cihê ji Dayîkbûnê: Amed
Cîh û Dîroka Şehadetê: 19-10-2017 Reqa.”