YPG'ê nasnameya 11 şehîdan eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, nasnameya 11 şervanên di pêngavên Rizgarkirina Reqayê û Bagera Cizîrê de şehîd bûn, eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, nasnameya 11 şervanên di pêngavên Rizgarkirina Reqayê û Bagera Cizîrê de şehîd bûn, eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî, nasnameya 11 şervanên di pêngavên Rizgarkirina Reqayê û Bagera Cizîrê de şehîd bûn, eşkere kir.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Reqa bi temamî hatiye rizgarkirin. Şervanên QSD bi pêşengtiya YPG û YPJ di du rojên dawî de bi rizgarkirina Nexweşxaneya Wetenî, Dewara Neîm û Stadyoma Reqqa nuqteyên dawî yên DAIŞ’ê li navenda Reqayê paqij kirin. Operasyonên ewlekirina bajar dest pê kirine û piştî encamgirtina wan çalakiyan wê rizgarkirina Reqa bi awayekî fermî were ragihandin."
Navendê diyar kir, ku ev serketin bê şehadet û fedakariyên hatine kirin, ne pêkan bû û wiha dewam kir: "Rizgarkirina Reqa wê weke encama yekîtiya gelên Kurd, Ereb, Suryan, Turkmen û hemû pêkhateyên Sûriyê di dîrokê de bê nivîsandin.
Li vir em nasnameya 11 hevalên xwe îlan dikin ku di navbera 25'ê Îlon û 14'ê Cotmehê li Reqa û Dêra Zorê di encama çalakî û operasyonên rizgarkirinê de şehîd bûn."
Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê welatparêz hate xwendin û bi navê YPG/YPJ careke din soz hate dayin ku wê li ked û mîrateya şehîdan xwedî derkevin.
NASNAMEYA ŞEHÎDAN
Li gorî daxuyaniyê, nasnameya 11 şehîdan wiha ye:
Nav û Paşnav: Bahoz Êlih
Navê Rast: Bilal Akman
Navê Dayîkê: Şekernaz
Navê Bav: Sedat
Cihê ji Dayîkbûnê: Êlih
Cîh û Dîroka Şehadetê: 12-10-2017 Reqa
—————–
Nav û Paşnav: Ciwan Qamişlo
Navê Rast: Mihemed Hemad Silêman
Navê Dayîkê: Şofe
Navê Bav: Hemade
Cihê ji Dayîkbûnê: Qamişlo
Cîh û Dîroka Şehadetê: 14-10-2017 Reqa
——————-
Nav û Paşnav: Ciwan Şedadê
Navê Rast: Xidir Ferhan Siltan
Navê Dayîkê: Eyde
Navê Bav: Ferhan
Cihê ji Dayîkbûnê: El-Hefa
Cîh û Dîroka Şehadetê: 08-10-2017 Dêrazorê
—————
Nav û Paşnav: Diyar Çilaxa
Navê Rast: Ehmed Eswed El-Hesûd
Navê Dayîkê: Fatime
Navê Bav: Eswed
Cihê ji Dayîkbûnê: Tirbespiyê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 15-10-2017 Dêrazorê
—————-
Nav û Paşnav: Esed Şedadê
Navê Rast: Hemd El-Hesen
Navê Dayîkê: Semîre
Navê Bav: Ibrahîm
Cihê ji Dayîkbûnê: El-Hine El-Şerqiye
Cîh û Dîroka Şehadetê: 08-10-2017 Dêrazorê
————–
Nav û Paşnav: Hecî Mega
Navê Rast: Mihemed El-Hemed
Navê Dayîkê: Cemîle
Navê Bav: Mihemed Elî
Cihê ji Dayîkbûnê: Heleb
Cîh û Dîroka Şehadetê: 11-10-2017 Reqa
————
Nav û Paşnav: Ibrahîm
Navê Rast: Ibrahîm El-Casim
Navê Dayîkê: Sead
Navê Bav: Ehmed
Cihê ji Dayîkbûnê: Reqqa Semra
Cîh û Dîroka Şehadetê: 25-09-2017
—————
Nav û Paşnav: Ibrahîm
Navê Rast: Ibrahîm El-Şibilî
Navê Dayîkê: Xudehmed
Navê Bav: Ebdullah
Cihê ji Dayîkbûnê: Reqa Semra
Cîh û Dîroka Şehadetê: 27-09-2017 Reqa
———–
Nav û Paşnav: Mazlûm Qamişlo
Navê Rast: Hemo Abid Şêxo
Navê Dayîkê: Xinse
Navê Bav: Abid
Cihê ji Dayîkbûnê: Qamişlo
Cîh û Dîroka Şehadetê: 14-10-2017 Reqa
————-
Nav û Paşnav: Şahîn Şedadê
Navê Rast: Ibrahîm Siltan
Navê Bav: Xelîl
Cihê ji Dayîkbûnê: El-Hine El-Şerqiye
Cîh û Dîroka Şehadetê: 08-10-2017 Dêrazorê
——-
Nav û Paşnav: Sîwar Girê Spî
Navê Rast: Sîwar Xelîl
Navê Dayîkê: Bêrîşan
Navê Bav: Ibrahîm
Cihê ji Dayîkbûnê: Girê Spî
Cîh û Dîroka Şehadetê: 16-10-2017 Reqa."